Home / Zıman / Li Togoyê hewldanên parastina zimanên lokal

Li Togoyê hewldanên parastina zimanên lokal

Pisporên ziman texmîn dikin ku ji ber bajarbûnê, pêşketina aborî û globalbûnê wê 6000 zimanên cîhanê di dawiya vê sedsalê de ji holê rabin.

Li Afrîkayê 2000 ziman tên axaftin û Togo xwedîtî ji 39 zimanên Afrîkayê dike. Profesor N’buke Adovi Goeh-Akue yê li Zanîngeha Lomeyê dixebite, yek ji wan kesan e ku dixwaze vê mîrateya zengîn ê lokal biparêze. Goeh-Akue niha li ser edetên çandî yên koma etnîk a bi navê gen xebatê dike û li ser vê mijarê wiha diaxive: Gen di dîrok û çanda Togo’yê de xwedî ciyekî girîng in. Çend yezdanên voodoo* yên vê komê hene. Rîtuelên genan awayê dîtina mirov a cîhanê, bihevredanûstendina yê zindî û yê mirî, ê xuya dibe û yê xuya nabe, nîşan dide.”

Goeh-Akue ji ber gav bi gav jiholêrabûna kevneşopiyê, xemgîniya xwe tîne ziman û diyar dike ku digel zimanê gen bi awayekî berfireh li paytextê tê axaftin, di dibistanan de nayê fêrkirin û di nava zimanên neteweyî yên Togoyê de nayê hesibandin û vê dibêje: “Perwerdeya fermî û xrîstiyanî tesîra wan kêm dike. Ciwan difikirin ku pratîkên kevneşopî ne sivîlîze ne.”

Anahit Minasyan jî yek ji pisporekî ye ku di çarçoveya bernameya zimanên di xetereyê de ya UNESCO’yê dixebite, di derbarê tesîra aboriyê ya li ser ziman disekine û van agahiyan dide: “Zimanekî pêdiviyê bi axêveran dibîne, û tercîha wî, dîtina axêverên zimanê dayikê ne –mirovên ku wê wekî zimanê yekemîn bi kar tînin. Lê qet nebe, pêdivî bi mirovên ku wî wekî zimanê duyemîn diaxivin heye. Mirov vedigerin zimanekî din an zarokên xwe bi zimanekî ku li gorî wan di pêşerojê de firsendeke aboriyê ya baş peyde dike, perwerde dikin.”mapa-togo2

Minasyan di vî warî de rewşa Afrîkayê wiha dinirxîne: “Wekî mînak, tiştê ku li Afrîkayê diqewime ev e ku mirov di nava axaftinê de vedigerin zimanên mezin ên Afrîkayê yên wekî haûsa an swahîlî an wolof– îleh venegarin îngilîzî û fransî. Ji ber ku van zimanan firsendên aboriyê ku mixabin zimanên dayikê peyde nake, ji wan re peyde dike.”

Kod-guherîn **

Profesorê sosyolîngûîstîkê Komlan Essizewa dide zanîn ku îro togoyiyên bajarî pirî caran di navbera çend zimanan de kod-guherînê pêk tînin û van agahiyan dan: “Wekî zimanzan, divê em pir bi fikar bin. Ji ber ku îro, dema mirov vedigerin gundên xwe, ew zimanê gund bi kar naynin. Lewma dema bi kesên yextiyar re diaxivin, yextiyar tiştên ku ew dixwazin bêjin baş fam nakin, ji ber ku axaftina wan bi tevahî kod-guherîn e. Li gund tevlîkirina cûreyên din ên ziman ji bo axaftinê, ji aliyê yextiyaran ve nayê famkirin.”

Zimanê fermî yê Togoyê fransî ye û hikumet zimanên Ewe û Kabiyeyê jî ku li welat zêde tê axaftin, wekî zimanê neteweyî îlan kiriye. Di çarçoveya biryara hikumetê de divê van her du zimanan li dibistana seretayî bên fêrkirin lê li gorî Essizewa vê yekê pir kêm pêk hatiye. Essizewa dide xuyakirin ku yek ji zimanên lokal jî di dibistanan de nayên fêrkirin û sebeba vê tunebûna desteka lokal e. Sosyolîngûîst Essizewa dibêje ku sîstema fransî destûrê nade ji bo zimanên wan ên lokal destek bê dayîn û dîtinên xwe wiha didomîne: “Hemû test bi fransî ne û pêşbirka neteweyî ya ji bo bidestxistina kar bi fransî ye” û sebeba vê jî wekî fransî zimanê “pêşdeçûyinê” tê dîtin nîşan dide.

Nasnameya çandî

Li gorî xebatkarê UNESCO’yê Minasyan, parastina ziman ji berdewamkirina hebûna formeke ragihandinê wêdetir e û dide zanîn ku ji bo parastina mîrateya çandî, ziman amûra kilît e. Mînasyan fikrên xwe yên di vî warî de wiha rêz dike: “Pirî caran mirovên ku zimanê wan ji holê rabû ye, bi xwe dihesin ku tiştekî winda dikin. Ew bi xwe dihesin ku ji kokê xwe qut bûne. Ew bi xwe dihesin ku hin tişt winda dibin. Di piraniya mînakan de, dema ziman winda dibe pir rîska mezin a windakirina mîrateya ku nikare bê ferqkirin û îfadekirina çandî heye.”

Çavkanî: VOA (Radyoya Dengê Amerîkayê)

www.voanews.com

    * Vodoo: Oleke rojavayê Afrîkaye ku li Benîn, Togo û Ganayê nêzîkî 30 milyon bawermendên wê hene.

    **Kod-guherîn: Di dema axaftinê de guhertina koda (ziman, zarava, jargon) axaftinê ye. Di kod-guherînê de herî kêm bi dirêjahiya hevokekê an peyvekê kod tê guhertin.

 

 

About infowelat.com

Check Also

Akademiya Zimanê Baskî bû 100 salî

Akademiya Zimanê Baskî  (Euskaltzaindia) ku di 1919’an de hatibû damezrandin, îsal ket 100 saliya xwe. …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *