Li Tirkiyeyê medyaya kurdî tune dibe

Li Tirkiyeyê medyaya bi kurdî di hin qadan de êdî ji holê rabûye. Li Tirkiyeyê rojnameyek bi kurdî tune ye, qenaleke radyoyê ya ji bo hemû welat weşanê dike tune ye, ajanseke nûçeyan a zimanê wê yê sereke kurdî be tune ye û herwiha qenaleke televîzyonê ya di destê şexsan de ku weşana satellîtê an antenê bike, tune ye.

Rojnamevan Mirad Bayram derbarê rewşa medyaya bi kurdî ya li Tirkiyeyê gotarekê nivîsand.

Ev gotar piştî di Bianetê de cî girt, bo cara duyemîn di malpera Tevna Başûrêrojhilatê Ewrûpayê ya ji bo Profesyonelbûna Medyayê SEENPM’ê de hat weşandin.

Bayram di gotarê de li gorî mijarên cûda li ser rewşa rojnamevaniya bi kurdî ya li Tirkiyeyê disekine û ev tespîtên balkêş dike: Li Tirkiyeyê medyaya bi kurdî di hin qadan de êdî ji holê rabûye. Li Tirkiyeyê rojnameyek bi kurdî tune ye, qenaleke radyoyê ya ji bo hemû welat weşanê dike tune ye, ajanseke nûçeyan a zimanê wê yê sereke kurdî be tune ye û herwiha qenaleke televîzyonê ya di destê şexsan de ku weşana satellîtê an antenê bike, tune ye. Bi tenê yek qenaleke bi kurdî weşanê dike heye ku ew jî di destên dewletê de ye.

Mirad Bayram. Rojnamevanê kurd damezrînerê saziya perwedeya rojnamevaniyê Botan International e.

Axaftina bi kurdî

Mirad di vê nivîsê de xwe dispere du lêkolînên cihê yên li ser bikaranîna kurdî a di nava civakê de û dide zanîn, li Tirkiyeyê herî kêm 15 milyon welatî bi kurdî diaxvin.

Pişt re, nivîskarê gotarê pirsa temsîliyeta 15 milyon kurdan a di qadên cuda yên medyayê de dike û van agahiyên balkêş dide:

Rojname

Li gorî daneyên 2020’an a Saziya Îstatîstîk a Tirk, li Tirkiyeyê 2582 rojname û 2164 kovar tên çapkirin. Lê bi kurdî yek kovarekî nûçeyan an rojnameyeke rojane nayê çapkirin. Bi kurdî bi tenê rojnameyeke heftane tê çapkirin ku ew jî Xwebûn e.

TV û radyo

Li Tirkiyeyê 350 qenalên satelîtê û 172 qenalên antenê yên televîzyonê hene. Lêbelê bi tenê yek ji nav van bi kurdî ye ku ew jî TRT Kurdî ya dewletê ye.

Li gorî daneyên 2021’an ên Konseya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) li Tirkiyeyê 350 qenalên satelîtê û 172 qenalên antenê yên televîzyonê hene. Lêbelê bi tenê yek ji nav van bi kurdî ye ku ew jî TRT Kurdî ya dewletê ye. Zarok TV’ya bi kurdî ji bo zarokan weşanê dike û Amed TV weşana bi antenê ya bi kurdî dike.

Radyoyeke bi kurdî li seranserê welêt weşanê bike tune ye. Tekane radyoya heyî ya TRT-Kurdî di destên dewletê ye.

Ajansên nûçeyan

Li Tirkiyeyê ajansên nûçeyan ku zimanê wan ê sereke kurdî be tune ne. Ajansa herî mezin a bi kurdî jî nûçeyên xwe diweşîne Ajansa Anadolû (AA) ye ku ew jî yê dewletê ye. Zimanê sereke yê du ajansên mezin ên şîrketên kurd, Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNews bi tirkî ye.

Malper

Medyayên bi kurdî tu pere qezenc nakin û bi însîyatîf û hewldanên şexsî hebûna xwe didomînin. Nûnerê Googlê yê Tirkiyeyê û bernameya Google AdSense kurdî nasnake û lewma jî pêşiya dayina reklamên bo malperên kurdî digire.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas RSF jî tekane rêxistina navneteweyî ye ku destekê dide projeya hîndekariya medyaya bi kurdî.

Ev qenal di 2006’an de li Amed/Diyarbekir dest bi weşana kurdî kiribû. Ozgur Gun Tv di 2016’an de ligel çend qenalên din ên televîzyonê ji aliyê dewletê ve hat girtin.

Hîndekariya medyaya bi kurdî

Li Tirkiyeyê hîndekariya medyaya bi kurdî qedexe ye lê destûra ji bo kargehan tê dayîn. Botan International di dîroka Tirkiyeyê de yekemîn ofîsa hîndekariya medyaya bi kurdî ye. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas RSF jî tekane rêxistina navneteweyî ye ku destekê dide projeya hîndekariya medyaya bi kurdî.

Divê çi bê kirin?

Divê dewlet qedexeya Ii ser perwerdeya medyaya bi kurdî rake; desteka fînansî bide perwerdeya medyayê û firsendên kar pêşkêş bike; alavên medyaya kurdî yên desteser kirî ne li xwediyê wan vegerîne.

Di dawiya gotara xwe de Mirad Bayram bang li dewletê, parazvanên mafên mirov û medyaya bi kurdî dike û avêtina van gavan pêşniyaz dike:

  • Divê dewet medyaya bi kurdî ji konteksta kiryarên terorîstî derxe; qedexeya Ii ser perwerdeya medyaya bi kurdî rake; desteka fînansî bide perwerdeya medyayê û firsendên kar pêşkêş bike; alavên medyaya kurdî yên desteser kirî ne li xwediyê wan vegerîne
  • Divê parazvanên mafên mirov ji bîr nekin ku zimanê ji dayikê yê çaran yekê Tirkiyeyê bi kurdî ye; herwiha divê ew ji bîr nekin ku pêşkêşkirin û wergirtina nûçeyan bi zimanê dayikê yek ji mafê bingehîn ê gelekî ye; divê ew destekê bidin medyaya bi kurdî.
  • Divê medyaya bi kurdî bizani be rojnamegerî meslek e û divê heqê keda rojnamevanan bide; divê hay ji metodên nû yên medyayê hebe û di vê mijarê de li paş nemîne.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …