Li Szeklerlandê çalakiya ji bo xweseriyê

 

 

 

 

Bi hezaran welatiyên herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) ya li Romanyayê bi agir sînorên herêmeke xweser çêkirin. Konseya Neteweyî ya Szeklerê bang li Romanyayê kir ku xweseriya herêmê nasbike.

Konseya Neteweyî ya Szeklerê (SZNT) di salvegera redkirina pêşniyaza xweseriya Szeklerlandê ya ji aliyê hikumeta Romanyayê ve (24’ê Cotmehê)  çalakiyekê li dar xist. Bi hezaran welatî li ser sînorên Szeklerlandê ya li herêma Transîlvanyayê agir vêxistin. Çalakger bi agir sînorên herêmê ku ji aliyê Romanyayê nayê naskirin, ronî kirin.

Di manîfestoya SZNT’ê ya di çalakiyê de hat xwendin de hat diyarkirin ku “Em bi vî awayî dixwazin hikumeta Romanyayê û hemû cîhanê agahdar bikin ku Szeklerland heye.” Manîfesto eşkere kir ku sînorên herêmê bi sedan salan berê pêk hatine û meclîsên lokal ên li herêmê doza damezrandina herêmêke xweser a di nava Romanyayê de dikin û hat xwestin ku 153 şaredarî têkeve nava sînorên vê herêmê.

Welatiyên li herêmê dijîn bi zimanê macarî diaxivin û herêm ji Serdema Navîn heta 1870’yan di nava Qraliyeta Macarîstanê de xwedî xweseriyê bûye. Hikumeta Komunîst a Romanyayê di 1952’an de li ser kaxizê li Szeklerlandê herêmeke xweser damezrand lê hêzeke berbiçav transferê rêvebiriya herêmê nekir. Vê xweseriya lawaz di 1968’an de ji aliyê hikumeta navendî ve ji holê hat rakirin.

Romanya di salên dawiyê de di sîstema xwe ya terîtoryal de reformekê çêkir û 41 wîlayetên xwe di bin 8 herêman kom kir. Lê mijara hêzên ku divê transferê herêman bên kirin nehat zelalkirin. Herwiha, Romanya di dewsa damezrandina herêma xweser a Szeklerlandê de herêmeke berfirehtir a bi navê Transsîlwanya damezrand ku etnîsîsteya macarîaxêf tê de kêmar e.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …