Li Şîliyê qurbanên rejîma leşkerî hîn li benda edaletê ne

Saziya mafên mirovan Freedom Houseê, di 40’emîn salvegera derbeya leşkerî ya li Şîlîyê kesên ji aliyê rejîma mîlîtarîst hatine kuştin bi bîr anî. Saziyê bang li hikumetê kir ku berpirsiya xwe ya li hember kesên hatine kuştin û malbatên wan bilez bîne cî û ji wan re edaletê peyda bike.

Midûrê bernameyên Amerîkaya Latîn a Freedom Housê Viviana Giacaman got ku “Şîlî ji bo parastina bîranînê û birûmetkirina qurbanan pêşketineke hêdî pêk anî ye û wiha dom kir: “Em hêvî dikin ku van bûyerên darazê bilez bên çareserkirin û malbatên qurbanan piştî sekna ewqas salan, di dawiyê de edaletê bibînin. Giacaman diyar kir ku “Divê hikumeta Şîliyê dev ji fikra xwe ya pêkanîna edaletê ya wekî bi tenê “heta ku mimkûn be”, berde.

Li aliyekî din, komîsyona heqîqetê ya Şîliyê heta niha derenceya îhlalkirina mafên mirovan derxistiye holê, qurbanên rejîma leşkerî naskiriye û alîkariyê ji pêvajoya lihevhatinê re kiriye. Di heman demê de li seranserê welat ji 100’î zêdetir abîdeyên ji bo qurbanan ji aliyê welatiyan hatine çêkirin. Di 2010’an de jî hikumet Muzeya Bîranîn û Mafên Mirovan a ji bo bîranîna qurbanên şer li paytext Santîagoyê ava kir.

Li Şîliyê bi derbeya leşkerî ya 11 Îlona 1973’an hikumeta Salvador Allende ya ku bi awayekî demokratîk hatibû ser kar, ji aliyê artêşê ji kar îktîdare hatibû xistin. Pêvajoya rejîma dîktayê ya ku ji aliyê general Pinochet dihat birêvebirin, 17 sal dom kir. Di vê pêvajoya bi xwîn de 40,000 kes hatin girtin û îşkencekirin û 4,000 kesên ku di nava wan de serokê welat Allende jî hebû, hatin kuştin.

Şîlî di 2013’an de di lîsteya Freedom Houseê ya Azadiya li Cîhanê “azad” hatibû nîşandayîn lê welat di lîsteya heman saziyê ya Azadiya Çapemeniyê ya 2013’an de wekî “qismî azad” cî girtibû.

Çavkanî:

www.freedomhouse.org

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …