Li Şîliyê namzetê alîgirê herêmparêziyê Ricardo Îsrael

Rîcardo Îsrael yek ji heft namzetên ku li hember du koalîsyonên hilbijartina seroktiyê alternatîfekê pêşkêş dike. Îsraelê ku Partiya Serbixwe ya Herêmparêz (PRI) temsîl dike, hikumeteke ku bêtir hêzê û çavkaniyan dide herêmên cihêreng ên welat pêşniyaz dike û ev yek di “Pakteke ji bo Şîlîyê”de hatine nivîsandin.

Santiago Times: Di qada polîtîk de hûn xwe û PRI’yê çawa tarîf dikin?

Rîcardo Îsrael: Em xwe wekî partiyeke çîna navîn dihesibînin ku xwedî pêşniyazên ku ji yên namzetên din cûda ne. Em dixwazin guherîneke dîrokî xurt bikin: herêmbûyîna Şîliyê. Ev ne avakirina dewleteke federal e, ji ber ku Dewletên Yekbûyî (DYA) îstîsnayeke. Şîlî herdem xwediyê sîstemeke navendî ya polîtîk û darazê bûye ku ji spanyolan dewr girtiye. Ev, mentalîteyeke dîrokî ye ku em pêşniyaz dikin ku bi riya avakirina eyaletên herêmî yên xwedî meclîsên herêmî, biguherînin. Ev cihêbûneke sereke ya di navbera PRI û partiyên din de ye.

Santiago Times: Di nîqaşa ANP’ê de gelek namzet jî herêmbûyinê û desentralîzasyonê parastin. PRI ji kîjan aliyan ve ji van vediqete?

R.Î: Tiştê ku me cihê dike, em bi armanca damezrandina xweseriya herêmî tedbîrên bêtir berbiçav digirin. Ev tê vê wateyê ku berpirsiya ji bo binesaziyên bingehîn –herî kêm perwerde, tenduristî û hawîrdor – divê transferê rêvebiriyên herêmî bên kirin.

A duyemîn, bi armanca ku bajarên mezintir ên wilayetan li ser yên biçûk tesîrê nekin, wekî ku Santîago di asta neteweyî de li ser herêman dike, pêdiviya me bi damezrandina meclîsên ku dikarin qanûn çêbikin hene.

Divê referandûmên lokal û yên herêmî bên lidarxistin. Em dixwazin naskirina ji aliyê destûra bingehîn a gelê xweciyî pêk were. Em ji bo mijarên xweciyan çareseriya herêmî dixwazin: Wekî mînak Aymara ji aliyê dîtina wan a cîhanê û çanda xwe ji Rapa Nui û ji Mapuche cûdatir in û em nikarin ku ew hemû wekî hev in, nêzîkî wan bibin.

Santiago Times: Hûn herêmbûyîna perwerdeyê dixwazin?

R.Î: Erê elbet. Li herêman pêdiviya me bi zanîngeh, dibistan, navendên hîndekariya pîşeyî heye. Niha dibistan ji aliyê şaredariyên lokal tên birêvebirin. Ev dibistan bi awayekî karakterîstîk xwediyê kêmasiyan e, ji ber ku di warê zengîniyê de di navbera şaredariyan de cûdatiyên mezin hene. Lê pêşniyaza jinûvenavendîkirina her tiştî ji vê jî xerabtir e. Beriya her tiştî, ji bo wezîfedarkirina doktor û mamosteyan li parçeyekî welat, pêdiviya me bi erêkirina wezaretan heye. Tiştekî bi mentiqe ku van mijaran li her herêmê ji aliyê lîjneneyeke herêmî bê çareserkirin.

Em hêvî dikin ku mifredata perwerdeyê bikin herêmî. Ne pêwîst e ku zimanê mapûçe mapûdûngûn li seranserê welat bidin fêr bikin lê divê em li herêma Araucaniyayê an di civakên ku hejmara gelê mapûçe tê de zêdeye, destekê bidin cûreyeke duzimaniyê.

Santiago Times: “Pakteke ji bo Şîliyê” qala reformkirina sîstema neolîberal dike. Ev di pratîkê de tê çi wateyê?

R.Î: Ev tê wateya dayina destekê ji bo çîna navîn, alîkarîkirina karên biçûk ên navîn ku piraniya îstihdamê pêk tînin û reformkirina qanûnên lîsansdayina karên bazirganiyê ku îro destûrê dide ku tomerîfiroşên mezin ji karên biçûk kêmtir bacê bidin.

Ev di heman demê de tê wateya damezrandina mercên milkiyetê û kirina tiştê ku DYA’yê sed sal berê kiriye: qedexekirina monopoliyê. Li DYA’yê kesekî divê an bibe xwediyê qenaleke televîzyonê an rojnameyekê û vê yekê tesîrê li azadiya çapemeniyê nake. Li Şîliyê pêdiviya me bi diyarkirina sînorên aboriyê heye ku li ser hin beşên aboriyê monopoliyê pêk aniye.

Em ne li hember aboriya bazarê ne lê em li hember civaka bazarê ne. Mijarên wekî hawîrdor, çûnûhatin, perwerde û tenduristî maf in û lewma nikarin bibin mijarên paşdeçûn û pêşdeçûna aboriyê.

Em banga ji bo şoreşekê nakin. Em kesên xwedî fikrên nerm in û tiştê ku em dixwazin pêşxistina Şîliyê ye. Em difikirin ku Şîlî wê bi riya desentralîzasyonê pêş bikeve.

———–

Ev hevpeyvîna ku ji aliyê Clemence Douchez-Lortet ve hatiye kirin, di 27’ê Cotmehê de di rojnameya Santiago Timesê de hatiye weşandin. Nivîs, ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …