Li Sanandajê navenda perwerdeya kurdî vedibe

 

 

Zanîngeha Azad a Îslamî wê di sala 2016’an de li Sanandajê ku li ser Kurdistana Îranê ye, navenda perwerdeya kurdî vedike. Bi vî awayî wê vê zanîngehê bibe zanîngeha yekemîn ku li Komara Îslamî ya Îranê destûrê bide perwerdeya kurdî.

Rektorê zanîngehê Muhammad Qurban Kîanî di 2’yê Adarê de da xuyakirin ku wê zimanê kurdî jî li zanîngehê têkeve nava modula perwerdeyê. Kîanî bi komeke xwendekaran re axivî û got ku amadekariyên ji bo vê yekê didomin. Ji bilî vê, wî ji xwendekaran re diyarkir ku wê vê navendê bi riya alîkariya herêma Kurdistana Iraqê statuya xwe di nava demê de bilind bike.

Mijara hevkariya di navbera her du aliyan de ji rêvebirên Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) re jî hat pirsîn lê rêvebir di vî warî de zêde agahî nedan lê qala krîza malî ya dawî ya ku herêm rast lê hatiye kirin.

Di Kanûna 2014’ande HHK diyar kiribû ku ew di nava lêgerîna xurtkirina têkiliyên bi Îranê re ye û di dawiya hefteya borî de jî bi armanca hevdîtinên li ser gaz û petrolê delegasyonek fermî ji Tehranê hatibû Hewlerê.

Sanandaj li ser nêzîkî sînorê Îran-Iraqê ye û paytexta herêma Kurdistanê ya li İranê ye.

Çavkanî: Unpo.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …