Li Rojhilat dema geşbûna kurdî

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî sala borî li Parêzgahe Kurdistanê civînek pêk anîbû û ragihandibû ku ew ê ji bo perwerdehiyê beşa zimanê kurdî vekin.

Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê kurdî her diçe pêşdikeve, xebatên taybet û girîng rû didin. Serokê Beşa Ziman û Wêje ya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistan Bextiyar Secadî li ser rewşa ku li Rojhilatê Kurdistanê Ziman û Wêjeya Kurdî de ji BasNûçe’yê re axivî û got: “Îsal cara yekem e ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Kurdîstanê ya li bajarê Sinê hate vekirin, 40 xwendekar jî hat wergirtin û niha jî dixwînin. Armanca me ew e ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî di qadên zanîngehê yên wek lîsansa bilind û doktora jî bê vekirin. Dîsa îsal cara yekêm e ku li Tehran a paytextê Îranê sazî û dezgehên dewletê nerînên xwe di derbarê ziman û wêjeya kurdî de anîn ziman. Di nav dezgeh û saziyên dewletê de Wezareta Zanistî, Enstîtuya Îrannasî, Akademiya Ziman û Wêjeya Farsî, Dezgeha Ferhengnasî û Wezareta Perwerdehiyê jî hene.” Bextiyar Secadî diyarkir ku ev navend û wezaretên cuda cuda yên Îranê ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî nerînên xwe yên erênî pêşkêşî wan kirine.

Xebatên siberojê

 Secadî eşkere kir ku piştî du salan ew ê bikaribin zimanê kurdî li bajarê Sinê ya peytexta Parêzgeha Kurdistanê wek zimanê perwerdehiyê li dibistanan jî bidin destpêkirin: “Zimanek dema ku di dibistanan de neyê xwendin û nebe zimanê perwerdehiyê di warê zanistî û civakî de jî rastî pirsgirêkan tê û di nav gel de jî nakokî li ser ziman derdikevin. Jiber vê yekê em girîngiyê didin zimanê kurdî ku li dibistanan jî bibe zimanê perwerdeyê. Niha tenê li zanîngehê bi zimanê kurdî beşek hatiye avakirin, lê em dixwazin di perwerdeyê de jî bi awayekî fermî were bikaranîn.”

Li Rojhilatdi her warî de ji bo pêşkeftin û bikaranîna zimanê kurdî xebat pêk tên. Secadî ragihand ku sazkirinên çapemenî, rojname, çapxane, weşanxane, govar û pîrtûk hin ji van xebatanin û piraniya van xebatan li Sinê û bajarên din pêk tê. Secadî diyar kir ku ew li Rojhilatzimanê kurdî bi tîpên erebî dixwînin û dinivîsin, tenê ji bo çend dersên di beşa ziman û wêje ya kurdî de tîpên latînî bikartinîn.

Xebatên zimanên giştî 

Li Rojhilather bajar xwedî encumeniyekê ye û ew encûmenî di babetên cuda de ji bo kurdî pêş bikeve hin xebatan pêk tînin. Serokê Beşa Ziman û Wêje ya Kurdî Bextiyar Secadî di derbarê babetê de eşkere kir ku li Sinê, Saqiz, Merîvan, Bokan, Mehabad, Kirmanşah, Îlam û li hemû bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê encumeniyên edebî hene û li her bajarî di babetên cuda de jî encumen hene û got: “Li bajarê Sinê 10 encumenên cuda cuda hene. Ev encumen bi Wezareta Ferheng û Îrşad ya Îranê ve girêdayîne. Di sala dawî de encumenên li hemû bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê gelekî çalak bûne û rûniştinên xwe yên heftane sazdikin.” Ji bilî encumeniyan, enstutût jî hene: “Li bajarên Saqiz, Sinê û Mehabadê ev enstutût ji bo hînkirina zimanê kurdî dixebitin. Ji bilî encumen û enstituyan li Zanîngeha Kurdistanê bi awayekî fermî Navenda Lekolînên Kurdnasiyê jî heye û wek şûrayekê tê bi navkirin. Vê navendê gelek konferansên navnetewî lidarxistiye, 45 pîrtûk amadekiriye û îsal jî dest bi weşana rojnameyeke kirine. Ev rojname di derbarê ziman û wêjeya kurdî de û di warê lekolîna ziman, zanistî û wêjeya kurdî de xebatên xwe dike. Her wiha ev rojname ji aliyê Wezareta Zanistî jî hatiye pesendkirin.”

Cureyên xebatan li gor bajaran

Her bajar bi derbarê mijarekê de tê naskirin û wisa tê bi navkirin li Rojhilatê Kurdistanê. Serokê Beşa Ziman û Wêje ya Kurdî Bextiyar Secadî daxuyand ku bajarên helbestê Bokan, Merîvan û Mehabad e, lê li her bajarî jî rojname tê weşandin û belavkirin. Secadî wiha pê de çû: “Her wekî din bajarokekî bi navê Mang heye lî Rojhilatê Kurdistanê wek bajarê gotaran tê nasîn. Ji bili vê li bajarê Saqizê navenda gotoran heye û ew navend nêzî 200 pîrtûkan û nivîs û helbestên kurdan çapkiriye û weşandiye. Li Sinê tenê gelek govar, rojname û weşanxane kar û barên girîng dikin û her diçê pêşve dikeve.”

Rewşa nivîs, helbest, nivîskar û helbestvanan jî êdî ber bi başbûnê ve diçe û li Îranê  bo karên wisa navendên dewleta Îranê hebûn û xebat kontroldikirin. Secadî di derheqê mijarê de rave kir ku di salên dawî de ji aliyê kurdan ve hin navendên weşan û belavkirinê hatine damezrandin û hemû karên wek çapkirina govar, rojname û pîrtûkan û belavkirina wan jî ew birêvedibin û got: “Ger em xebatên salên dawî û yên beriya 20 an 30 salî bidine berhev derdikeve holê ku rewş ji berê gelekî baştir e û her biçe ew ê baştir jî bibe û 20 sal berê ev xebatên wisa me dîtibû di dîrokê de. Dibe ku rojnamên me kêm bin lê gelekî karên baş dikin. Ji ber vê yekê min got sala 2015’an sala zimanê kurdî ye. Wek tê xuyakirin em jî dikarin bêjin ji 2010’an û vir de rewşa ziman û pêşketina wêjeya kurdî gelekî baş diçe.”

Helwesta dewleta Îranê

Dewleta Îranê di qadên ziman, wêje zanistî û çand û hunerê de dewleteke gelekî pêşketî û her dem li van babetan jî xwedî derketiye. Rewşa kurd û kurdî jî li Rojhilat her diçe baştir dibe, di derbarê babetê Secadî helwesta dewleta Îranê wiha axivî: “Dewleta Îranê piştgiriyê dide xebatên ziman, ferheng, mûzîk û wêjeya kurdî. Ger xebatên van mijara ne siyasî be tu pirsgirêk nayê jiyîn. Hikûmeta Îranê piştivaniya me dike, piştivaniya vekirina beşa zimanê kurdî dike, piştivaniya parastina çanda me dike û her wiha alikariya televîzyonên me jî dike, lê dema ku xebat bi rengekî siyasî be helwesta dewletê tê guhertin.”

Secadî da zanîn ku li Îranê Wezareta Zanistî û Wezareta Perwerdeyê hene. Zanîngeh bi Wezareta Zanistî’yê ve girêdayiye û dibistan jî bi Wezareta Perwerdehiyê ve girêdayiye. Secadî wiha domand: “Em dixwazin ji bilî Zanîngeha Kurdistanê, li zanîngehên din jî beşa ziman û wêjeya kurdî vebe. Her wiha wek zimanê perwerdehiyê jî ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya dewleta Îranê bê pesendkirin û li dibistanan bê xwendkirin.”

Jêder: Basnews

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …