Li Qoserê çalakiya perwerdeya zimanê dayikê

Li navçeya Qoserê ya girêdayî Mêrdînê, bi armanca qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan, daxwazname hatin dayîn.

Di çalakiya ku ji aliyê şaxa Qoserê ya KURDÎ-DER’ê hatibû lidarxistin de, bi daxwaza qebûlkirina mafê zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan daxwazname radestî Midûtiya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê hat kirin.

Beriya radestkirina daxwaznameyan, li ber avahiya midûrtiyê ji bo çapemeniyê daxuyaniyekê hat dayîn. Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê Halîl Kûzû di daxuyaniyê de ji ber gotina ku “perwerdeya bi zimanê dayikê di rojeva me de tune ye” Serokwezîr Erdogan rexne kir û wiha axivî: “ Eger li vî welatî li ser bingeha aştî û biratiyê jiyana bi hev re û wekhev tê xwestin, divê kurdî wekî zimanekî fermî têkeve bin ewlehiya destûra bingehîn, li hemû dibistanan pê perwerde bê kirin û “Sonda Neteweyî” bê betalkirin”.

Piştî daxuyaniyê, girseyê bi slogana “Bê ziman jiyan nabe” daxwaznameyên ku amade kiribûn radestî Midûrtiya Perwerdeya Neteweyî ya Qoserê kirin. Rêvebirên bajêr û navçeyê yên BDP’ê, cîgirên şaredariyê, nûnerên DTK, MEYA-DER, TUHAD-DER û Egitim-Senê beşdarê çalakiyê bûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …