Li Qahîreyê mafên kurdan hat qebûlkirin

 

 

Şêwirmendê Serokatiya PYD’ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku Kongreya Qahîre ya Mixalefeta Sûriyeyê li ser hin tiştan li hev kirin û got: “Beşdarên kongreyeyê diyar kirin ku dê cihê rayedarên rêjîma niha di Sûriya pêşerojê de tune be. Sîstema nû dê perlemanî ne navendî be, her wiha dê mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyên din qebûl bike”.

Derbarê kongreya mixalefeta Sûriyeyê ku di 8 û 9’ê hezîranê de li Qahîreyê hat lidar xistin, Şêwirmendê Serokatiya PYD’ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku wan di kongreyê de Mîsaqa Niştimanî û Nexşeriya Çareseriya Siyasî ya Pêvajoya Pêş û rêbazên veguhestina siyasî ya di aloziya Sûriyeyê de nîqaş kirine.

Dîbo dazanîn ku mijarên ku dibin rêbazên ketina çareseriya aloziya Sûriyeyê de nîqaş kirine.
Dîbo bal kişand ser nexşeriya çareseriyê û got: “Di kongreyê de nexşeriya çareseriya aloziya li Sûriyeyê û armanca pêvajoya dema pêş ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a ne navendî hate nîqaşkirin, beşdarên civînê li ser mijara rakirina hemû projeyên nijadperestî yên berê nerînên nîqaş vekirin, her wiha hate gotin ku pêwîste hemû hêzên çekdar ên biyanî ji herêmê derkevin, çi hêzên alîkariya rêjîmê dikin an yên alîkariya DAIŞ û El-Nusra jî dikin divê derkevin.
Dîbo da zanîn ku di kongreyê de bal hate kişandin ser qonaxa veguhestinê û rawestandina çalakiyên leşkerî ji hemû aliyan ve û ev tişt got: “Çalakiyên leşkerî bêne rawestandin, hemû hêzên li ser erdê mafê xwe yên parastinê bikar bînin”.
Dîbo di dawiya axaftina xwe de got: “Beşdarên kongreyê Mîsaqa Niştimanî nîqşa kirine û ev biryar girtine:”

  • Dewlet bingeha ne navendî û demokratîk esas bigire.
  • Di hemû aliyan de wekhevî di navbera jin û zilaman de.
  • Mafê zarok û astengdaran bê parastin.
  • Rêveberiyên zagonsaz û rêveber ji hev bêne cûdakirin.
  • Mafê gelê kurd û hemû pêkhateyên din ên di Sûriyeyê de dijîn û wekheviya di navbera

hemû pêkhateyan û neteweya ereb de hate destnîşankirin.

  • Mafê hemû welatiyên Sûriyeyê wekî hev bê cûdahiya netew, mezheb, reng û cinsan.

Jêder:ANHA

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …