Li pêşiya me tofan heye!

Necat Ayaz

Çawa têkoşîneke li dijî dagirkerekî dikare bi zimanê vî dagirkerî bê meşandin? Û ji vê jî wêdetir, ev têkoşîn çawa dikare bigihîje encamê?

Di 1598’an de Con O’Neillê welatparêz ku hemû jiyana wî bi têkoşîna li dijî kolonyalîzma îngilîz derbas bûbû, di ber sikratê de ev şîretan li kurê xwe dike:

“Eger zarokên min fêrî îngilîzî bibin, genim bajon an li Ulsterê xanî çêkin, ez ê heqê xwe li wan helal nekim. Dema bi vî zimanî biaxin, wê serê wan tevlîhev be. Dema genim bajon wê bêtir ji eslê xwe dûr bikevin. Û dema xanî çêkin, ew ê di mala xwe de wekî xelkê ku bi îngilîzî diaxive bijîn. Bi vî awayî, ew ê bibin sebeb ku hêlîna wan ji aliyê bazekî ve bê hilweşandin.”

“Eger zarokên min fêrî îngilîzî bibin, genim bajon an li Ulsterê xanî çêkin, ez ê heqê xwe li wan helal nekim.”

Zarokên wî ji bo bi gotina bavê xwe bikin çi ji dest hat kirin lê nifşê li dûv wan hatin, bi gotina pêşiyên xwe nekirin. Nifşên nû bi bayê bezê fêrî îngilîzî bûn, dest bi çandiniya ji bo bazarê kirin û paşê li bajarên îngilîzîaxêvan bûn xwedî xanî. Ew fêrî zimanê îngîlîzî bûn û di meseleya ziman de berevajiya Îrlandaya feodal kirin. Nifşên modern, siyaseta rizgariya neteweyî bi îngilîzî meşandin û bi têkoşîneke dijwar dagirkerên brîtanî ji welatê xwe qewirandin.

Tam di vê nuqteyê de divê em vê pirsa krîtîk bikin: Çawa têkoşîneke li dijî dagirkerekî dikare bi zimanê vî dagirkerî bê meşandin? Û ji vê jî wêdetir, ev têkoşîn çawa dikare bigihîje encamê?

Bersiva vê pirsê di dîroka realîteya Îrlandayê de veşartî ye. Nasnameya etnîk Îrlandaya serhildêr li ser 4 stûnên zexm bilind hatibû damezrandin: Dîrokeke hevpar a kevn a xwedî gelek berhemên nivîskî, çandeke hevpar ku bi hilberîna berhemên edebî û hunerî herdem zindî hatibû hiştin, Dêra Katolîk û zimanê îrlandî.

Niha kurdî ku tekane sermiyana me ye neteweyî ye, bi lezeke pir mezin hildiweşe. Lewma, çawa ku li Îrlandayê jî pêk hat û zimanê qedîm ê welêt xist ber sikratê, li pêşiya me jî tofanek heye!

Paşê, zimanê bêşens, ji ber polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê şikestin xwar û nasnameya neteweyî ma li ser sê stûnan. Û faktoreke din a alîkariyê li zindîbûna nasnameyê dikir jî, pozîsyona cografîk a welêt bû. Îrlanda giravek e û lewma xwedî sînorên cografîk in. Ev jî derfetên înkarkirin û tunekirina nasnameya welêt ji destpêkê de pûç dike. Lewma digel hilweşîna stûna ziman, her sê stûnên din û taybetiya cografîk kir ku nasnameya neteweyî ya vî welatî li ser piya bimîne. Lewma siyaseta giravê bi saya vê rastiyê, dikarîbû kolonyalîzma îngilîzî bi zimanê îngilîzî têk bibe.

Madem li Îrlandayê rewş wiha ye, gelo li bakurê Kurdistanê têkoşîna gelê kurd nikare bi tirkî bê meşandin?

Dema mirov her du kontekstan bide ber hev, bi hêsanî bersiva vê pirsê diyar dibe. Mixabin em nikarin qala dîrokeke xwe ya ku berhemeke wê hîn li ser piya ye bikin. Em ne dikarin qala edebiyat û medyayeke ku bi girseyî tê şopandin bikin û ne jî qala sînorekî cografîk a di navbera me û efendiyê me yê siyasî de bikin. Herwiha, ne oleke me ya cuda û ne jî saziyeke me ye polîtîk heye ku di dîrokê de gel di bin banê xwe de kom kiriye. Lewma ji bo nasnameya neteweyî ya kurdan yek stûnek tenê dimîne ku ew jî ziman e. Eger ziman jî winda be, êdî tu tiştekî din ku bikaribe kurdîtiyê wekî neteweyek li ser piya bigire namîne.

Niha kurdî ku tekane sermiyana me ye neteweyî ye, bi lezeke pir mezin hildiweşe. Lewma, çawa ku li Îrlandayê jî pêk hat û zimanê qedîm ê welêt xist ber sikratê, li pêşiya me jî tofanek heye!

Ev gotar di hejmara 48’an a rojnameya Xwebûnê de hatiye weşandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …