Li Parlamentoya Ewropayê konferansa li ser mafê qederê

 

 

Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO) bi armanca dîtina modelên nû yên ji bo hebûna kêmarên di nava dewletên pirnetew de konferansekê li dar xist. Konferansa bi sernavê “Di Sedsala 21’yemîn de jinûveterîfkirina diyarkirina qederê” bi hevkariya saziya katalan CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Escarre a Kêmarên Etnîk û Neteweyan) û Navenda Maurits Coppieters ve di 1’ê Nîsanê de li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin.

Akademîsyen û lêkolînerên ku li ser mijarên diyarkirina qederê disekinin, di konferansê de dîtinên xwe pêşkêş kirin. Michael Jewkes (li Zanîngeha Leuvenê doktor e), qala çarçoveya teorîk a modelên cuda yên diyarkirina qederê kir û li ser aliyên xurt û qels ên kêmaran ên di warê parastina çanda koma kêmaran de sekinî. Jewkes got ku kîjan model dibe bila bibe, divê girîngî ji bo pêşketina di warê naskirina navneteweyî ya koma heyî de bê dayîn.

Ivan Serranoy (ji Zanîngeha Vekirî ya Katalonyayê) got ku hukmên destûra bingehîn ên li ser cihêbûnê incax dewlet û aliyê cihêxwaz hevkariyê bikin û li gorî hiqûqa navneteweyî bixebitin, kêrhatî ye.

Alan Sandry (profesorê ji Zanîngeha Swanseayê ya li Galê) li ser 14 prensîbên diyarkirina qederê yên Wilson sekinî û got ku aliyê herî girîng ê van prensîban “dualîbûna” wan e. Sandry lê zêdekir ku diyarkirina qederê avakirina nasnameyeke hevpar a bi riya têkiliya domdar a di navbera gel, aktorên siyasî, zanîngeh û kesên aliyên din ên eleqeder in.

Danny Boyle (xebatkarê parlamentoyê Skotlandê ya BEMIS’ê a ku di warê xurtkirina kêmaran de xebatê dike) di axaftina xwe de li ser mijara referandûma serxwebûnê ya Skotlandê sekinî û got ku encam çi dibe bila bibe, ji ber ku hişmendiya siyasî ya nifşên nû yên skot bilind dike û dike ku ew bikaribin li hemberê dijwariyên li ser riya pêşeroja Skotlandê têkoşînê bikin, referandûm erênî ye.

Miquel Strubell (ji Zanîngeha Vekirî ya Katalonyayê) di pêşkêşkirina xwe ya di konferansê de di warê diyarkirina qederê de mînakên Spanya û Brîtanyayê dan ber hev. Strubell got ku hêza navendî difikire ku ziman bi tenê amûreke ragihandinê ye lê li gorî kêmaran ziman parçeyeke yekta yê çandê ye. Strubell diyar kir ku digel di navbera mobîlîzasyona ber bi serxwebûnê ve û hêmanên zimanî de girêdayinek heye, pir eşkereye ku di vê mijarê de kêmasiya desteka Yekitiya Ewropayê heye.

Encameke girîng ê di dawiya konferansê de derket holê ev bû ku divê meşandina nîqaşên erênî yên li ser diyarkirina qederê destûrê bide ku diyaloga di navbera hemû aliyên eleqeder dom bike. Herwiha rêxistinên navneteweyî ku di nava wan de YE jî heye, divê rola xwe ya di vê pêvajoya di sedsala 21’yemîn de bêtir qebûl bikin.

Çavkanî: Unpo.org

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …