Li Oslo û 10 bajarên din siberoja bê wesayît

 

 

 

Paytexta Norwêc Osloyê plan dike ku di 2020’an de bajêr ji wesayitan re qedexe bike.

 

Eger vê planê bi ser keve wê Oslo bibe yekemîn bajarê li Ewropayê ku vê plansaziyê pêk anîbe. Endamên Meclîsa Şaredariya Osloyê diyar dikin ku wê “hemû welatî ji vê feydeyê bibînin.”

Ji bilî Osloyê, hin bajarên din ên li Ewropayê jî dixwazin planên wesayitan ku wekî şoreşekê tê dîtin, bimeşînin. Bajarên ku di vê mijarê de gavên berbiçav avêtine ev in:

Stockholm, Swêd

Stockholm li Ewropayê bû bajarê yekemîn ku di 1996’an de tedbîrên emîsyona kêm a ji bo wesayitan diyar kir. Bi dûv wê re, bi sedan bajarên li Ewropayê di vê mijarê de Stockholmê şopandin.

Hamburg, Almanya

Vî bajarê li bakurê Almanyayê di 20 salên bê de dixwaze tevna qadên kesk (“gruenes netz”) pêk bîne. Bi vî awayî wê ji % 40’ê erdên bajêr bibe qadên kesk û welatî wê bikaribin kêmtir wesayit bi kar bînin.

Kopenhag, Danîmarka

Paytexta Danîmarka Kopenhag sîstemeke nû li dora riyan damezrandin. Di vê çarçoveye de “peyariyên baqil, ronîkirina baştir, ji trafîkê veqetîn, derbasbûna ewle ya welatiyan a di ser riyan re, parastina li dijî baranê û pompeyên avê” berûberê van riyan hatin avakirin. Vê projeyê wê heta 2018’an bidome.

Atîna, Yewnanîstan

Paytexta Yewnanîstan Atîna tevlî Pekîn û Mexico City hewl dide ku sîstemeke “erdên ji bo riyan ên rasyonel” damezrîne. Di vê projeyê de destûr tê dayîn ku hejmareke diyarkirî ya wesayîtan di hin rojên hefteyê de têkevin nava bajêr.

Helsinkî, Fînlandiya

Plansazên paytexta Fînlandiya Helsînkiyê li ser planên ku hemû welatî bikaribin bi meşê biçin her derê bajêr, dixebitin. Tê plankirin ku di 2050’an de li gelek taxên Helsînkiyê bikaranîna wesayitan bên qedexekirin.

Mîlano, Îtalya

Plansazên Mîlanoyê projeyeke ku xwediyên wesayitan teşwîq dike ku wesayitên xwe di navbera 7.30’ê sibehê û heta 7.30’ê êvarê park bikin. Dema welatî vê pêk bînin, qerteke çûnûhatina civakî bê pere bi dest dixin. Herwiha kamerayeke biçûk jî li ser van wesayitan tên bicîkirin.

Parîs, Fransa

Şaredarê Parîsê Anne Hidalgo da xuyakirin ku wê di hefteyekê de rojekê wesayit nekaribin têkevin navenda bajêr. Wê di 27’ê Rezberê de vê biryarê li Parîsê bê meşandin.

Bruksel, Belcîka

Paytexta Belcîka Brukselê yek ji bajarê herî li pêş ê Ewropayê ye ku wesayît hatine bisînorkirin. Li Brukselê her sal di Îlonê de yekşemeke bê-wesayît jî pêk tê.

Venedîk, Îtalya

Venedîk jî yek ji bajarê herî pêşketiye ku welatî dikarin bê wesayît li bajêr bigerin. Li vî bajarî di dewsa wesayîtan de welatî dikarin riyên avê bi kar bînin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …