Li Newala Aranê akademiya oksîtanî tê damezrandin

 

 

Li herêma Aran a li Katalonyayê ku devokeke oksîtanî li wir tê axaftin, Enstîtuya Xebatên Oksîtanî wê bê damezrandin. Enstîtuya nû wê ji 21 xebatkaran pêk bê û ji bo parastin û normalkirina oksîtanî xebatê bike.

Wezîrê Çandê Ferran Mascarell û Wezîrê Edaletê Germa Gordo ku her du jî endamên Hikumeta Katalan in, di 3’yê Nîsanê de beşdarê civîna li herêma Newala Aranê ku bi armanca damezrandina enstîtuya zimanê oksîtanî hat li dar xistin, bûn. Piştî civînê wezîran dan xuyakirin ku wê bi armanca “parastin, belavkirin û normalkirina ziman” di Tebaxê de Enstîtuya Xebatên Oksîtanî (IEA) bê damezrandin.

Wezîrên katalan diyar kirin ku wê enstîtu di heman demê de rola akademiya ziman jî bigire ser xwe û li Katalonyayê bibe otorîteya herî bilind a zimanê oksîtanî. Ji rêvebiriya Newala Aran Carlos Barrera jî da zanîn ku wê enstîtuya nû bi dilxwazî û hevkariya Generalitat (hikumet) a Katalonyayê û Konseya Giştî ya Aranê bê damezrandin.

Jordi_Bedmar_Govern

IEA ji bilî bikaranîna ziman a li rêvebiriya Aranê, wê di warê bikaranîna zimanê oksîtanî ya li dibistan û medyaya Katalonyayê de jî wekî  otorîteya herî bilind bê naskirin û alîkariya wê bê xwestin. Li aliyekî din, tê xwestin ku IEA bibe saziya herî bilind a di qada oksîtaniya standard a giştî. Ji bo bigihîje armancên xwe, tê plankirin ku enstîtuya nû bi saziyên akademîk, lêkolînê û çandê yên li Oksîtanyayê xebatên xwe dimeşînin hevkariyê bike.

Oksîtani yek ji zimanên roman e ku di dîrokê de li seranserê Oksîtanyayê ya li başûrê Fransayê cî digire, dihat axaftin. Digel ku nifûsa li vê herêmê ji 15 milyonî zêdetir e, bi tenê ji % 6’ê gel di jiyana xwe ya rojane de oksîtanî bi kar tînin. Zimanê oksîtanî li Newala  Aran a li bakurê Katalonyayê ligel katalanî zimanê fermî yê herêmê ye. Heta niha Fransa statuyeke hiqûqî ya ji bo oksîtanî qebûl nekiriye.

Çavkanî: Jornalet.com

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …