Li Montenegroyê biryara li hember axêverên sirbî

Dadgeha Destûra Bingehîn a Montenegroyê peymana hikumetê û partiyên mixalîf ên sirban a di derbarê zimanên perwerdeyê de betal kir. Ev jî di nava sirbên li welat ku piraniya nifûsê pêk tînin bû sebaba nerazîbûnan.

Destûra Bingehîn a Montenegroyê ya 2007’an zimanê montenegrî kiribû tekane zimanê fermî lê peymana 2011’an destûrê dabû ku xwendekar bikaribin ziman û wêjeya sirbî, boşnakî û hirwatî werbigirin.

Serokê partiya Demokrasiya Sirb a Nû Andrija Mandic da xuyakirin ku wê biryar li ser hevdîtinên di warê pêşniyazên li ser guherîna Destûra Bingehîn de tê kirin tesîreke neyênî bike. Berdevkê heman partiyê Matija Nikolic jî diyar kir ku biryara dadgehê tê wateya binpêkirina mafên sirbên li vî welatî û wiha axivî: “Çawa dadgeh dikare tiştekî ku piraniyê pêk tîne derveyî Destûra Bingehîn bihesibîne? Ev yek bi awayekî eşkere cûdaxwaziya li hember neteweyekê ku ji % 30’yê vî welatî pêk tîne ye û tehrîfkirina dîrokê ye. Ez bawer nakim ku rewş di pêşerojê de baştir bibe.”

Malbatên xwendekarên sirb jî nerazîbûna xwe ya di derbarê biryarê de anîn ziman û gotin ku dewlet “bi zimanan dilîze.” Gordana Ljuba ku diya xwendekarekî di dibistaneke sereratayî de dixwîne ye wiha axivî: “Serê zarokê min her ku diçe tevlî hev dibe. Salekê em Bihêlin dilê wan çi dixwaze bila wê bikin. Eger siyasetmedar dixwazin bila zimanê somalî bidin fêr kirin lê ji kerema xwe re ji bo herkesî vê mijarê çareser bikin ku êdî em qala vê mijarê nekin.  zimanekî, sala din zimanekî din fêr dibin.”

Svetozar Cirakovic ku li dibistana bilind a li Niksicê profesorê zimanê sirbî ye yek ji 30 profesoran e ku ji ber xalekê di Destûra Bingehîn a berê de ku fêrkirina “zimanê dayikê” mecbûr kiribû, di 2004’an de ji kar hatibûn avêtin. “Zimanê dayikê” naveke hevpar e ku ji bo hemû zimanên li Montenegroyê –sirbî, montenegrî, boşnakî, hirwatî û albanî tê bi kar anîn.

Li gorî daneyên sala 2011’an ji % 45’ê welat ku 620,029 kes dike xwe montenegroyî, ji % 30’yî xwe sirb dihesibînin. Heman daneyî nîşan didin ku ji %  34’ê gel bi montenegrî û ji % 47 bi sirbî diaxivin.

Çavkanî:

South East European Tîmes

http://ht.ly/nFkd2

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …