Li Misrê twîtek bû çirûska serhildanê

Li Misrê hêviya ji bo civakekî azad û welatekî halxweş 10 sal berê bû sebebê serhildaneke civakî.

Di encama raperîna gel de, dawî li rêvebiriya dîktator Husnî Mubarek hat anîn.

Rêvebiriya Îxwanên olperest, hilweşîna hukumeta Mûrsî, hewldana şerê navxweyî yên alîgirên Îxwanê û operasyonên giran ên artêşê li dûv hev hatin…

Gelê Misrê niha muhasebeya proseya 10 salan a ji xwîn û girînê dike.

Ji vir 10 sal berê parvekirineke di medyaya sosyal de, bû çirûska serhildana herî mezin a dîroka Misrê. 

Di peyamê de banga serhildanê dihat kirin û Meydana Tehrîrê wekî ciyê kombûna gel dihat nîşandayîn.

Artêşa Misrê di 2013’an de derbeyeke leşkerî pêk anî

Kampanyaya li ser medyaya sosyal di nava çend rojan de derket asta herî bilind û di 25ê Çileyê de li meydana Tehrîrê ya li paytext Qahîreyê bi dehezaran kes li hev kom bûn. dehezaran kes li hev kom bûn.

Televîzyonên cîhanê bi weşanên zindî serhildana li Tehrîrê anîn ser ekranên xwe û bi sedan milyon mirov li çaraliyê cîhanê vê şoreşa civakî temaşe kirin.

Digel hemû zext û zora hêzên dewletê, çalakvan terka vê meydanê nekirin û bi yekdengî banga îstifaya dîktator Husnî Mubarek kirin.

Mubarekê ku bi dehan salan bi hukmê artêşê welêt bi rêve biribû, li hember vê serhildana bi coş hew di ber xwe da û di çend roj şûn de îstifa kir.

Husnî Mubarek. Ji 1981’an heta 2011’an bê navber 30 sal serokatî kir.

Lêbelê xeyalên şoreşa gel a ji bo welatekî demokratîk ji aliyê rêxistina Îxwanî Mislîmîn ango Birayên Misilman ve hat dizîn û di hilbijartina 2012’an de şefê vê rêxistinê Mihemed Mursî bû serokê Misrê.

Polîtîkayên olperest û cûdaxwaz a rêvebiriya Îxwan rastî nerazîbûneke berfireh a civakê hat û vê carê bi daxwaza îstifaya hukumeta Muhemed Mûrsî gel daket kolanan.

Artêşa Misrê vê rewşê wekî roja keysê dît û di bin fermandariya general El Sîsî de li dijî hukumetê darbeyek leşkerî pêk anî.


Şefê Birayên Misilman (Îxvan) Mihemmed Mursî di 2012’an de bû serokê Misrê

Vê carê alîgirên Îxwan serî rakirin û ji bo bidestxistina îktîdarê kolanên welêt dan ber êgir.

Lêbelê artêşa misrê bi operasyonên giran vê hewldana îxwana misrê bêtêsîr kir.

Mursî jî tê de bi hezaran kes hatin girtin û cezayên giran li wan hatin birîn.

Abdelfettah El Sîsî. Ji sala 2014’an û vir ve serokê Misrê ye.

Di hilbijartina 2014’an de, mîmarê darbeyê Abdel Fetah El Sîsî bû serokê Misrê û ji wê salê û vir ve Misir ji aliyê rejîma El Sîsî ve tê birêvebirin.

Lêbelê vî welatê ku di 10 salên dawî de ewqas berdêlên giran da, problemên bingehîn ên wekî azadiyên siyasî, aborî û edaleta civakî çareser nekirine.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …