Li Misrê îktîdara Birayên Misilman hilweşiya

Piştî xwepêşandanên protestoyî ku bi milyonan kes beşdar bû, Artêşa Misrê li hember îktidara Birayên Misilman derbeya leşkerî kir û serokwezîr Mihemed Mûrsî ji kar dûr xist.  Dadgerê payebilind ê Dadgeha Maqeqanûnê Mahmûd Mansûr ji aliyê artêşê wekî serokê demkî  yê welat hate peywirdarkirin.  Operasyona ji aliyê artêşê hate li dar xistin de ligel serokwezîr gelek kesên payebilind ên hikumet û partiya li îktîdarê hatin binçavkirin.

Beriya derbeya leşkerî, li ser xwepêşandanên girseyî artêşê serokwezîr hişyar kiribû û ji bo bersivdayina daxwazên xwepêşanderan 48 saet dem dabû wî. Çend saet beriya bidawîbûna vê demê, Mûrsî pêşniyaz kir ku hikumeta yekitiyê ya demkî bê damezrandin. Lê xwepêşandêr û fermandariya artêşê vê yekê qebûl nekir û di 3’yê Tîrmehê de serfermandarê artêşa Misrê General Abdul Fattah el-Sîsî bi daxuyaniyekê di televizyonê de diyar kir ku wan serokwezîr ji kar dûr xistine. Di heman rojê de xebatên meclîsa Misrê, saziyên din ên hikumetê, qenalên TV’ê yên nêzîkî Birayên Misilman hatin sekinandin û ji bo girtina 300 endamên vê rêxistinê biryara girtinê hate amadekirin.

morsi

Koalîsyona Neteweyî ya ji bo Desteka Meşrû ku partiyên îslamî di bin banê xwe de dihewîne, bi armanca redkirina midaxeleya leşkerî bang li gel kir ku roja înê bi girseyî beşdarê limêja înê bibe. Li aliyekî din, berpirsên Birayên Misilman û milê wê yê siyasî Partiya Azadî û Edaletê li ser gotinên serokê demkî yê Misrê dan xuyakirin ku ew ê bi serdestên nû re nexebitin. Heman derdor destnîşan kirin ku ew ê berxwedana çekdarî bi kar neynin û ji bo vê riyê endamên xwe teşwîq nekin. Mixabin digel van daxuyaniyan jî di bûyerên protestokirina derbeyê de xwîn hate rijandin. Alîgirên ku li ser texmîna ku Mûrsî tê de tê girtin xwestin bimeşin ser navendeke leşkerî ya li Kahîreyê rastî êrîşa leşkeran hatin û di encama vê bûyerê de 3 kes ji wan hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Reaksiyona cîhanê

Bi giranî, li hember midaxaleya artêşa ya ji bo bidawîkirina serdestiya Brayên Misilman li cîhanê helwestek hevpar nehat nîşandayîn. Li rojhilata navîn bi tenê Tirkiye û Tûnûs bi zimanekî zelal, bi derbeya leşkerî û dûrxistina serokwezîr Mûrsî şermezar kirin. Erebîstana Siûdî, Qatar, Yekitiya Mîritiyên Ereb û Sûriye destekê dan hilweşandina îktîdara Birayên Misilman.  Herwiha Îran jî da xuyakirin ku ew ji daxwazên gelên Misrê re rêzê digirin û divê ji bo van daxwazan bersiv bên dayîn. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) û Brîtanya digel bang kirin ku bi lez rejîmeke sivîl bê amadekirin, bi eşkereyî li hember derbeyê helwestek zelal nîşan nedan.

Sebebên xwepêşandanên dawî

Serdestiya tevgera îslamî ji despêkê ve ji aliyê beşeke mezin a gelê Misrê bi tirs hate pêşwazîkirin.  Mûrsî di dema seroktiya xwe de xwest ku hêza xwe xurtir bike û ev jî bû sebeba nerazîbûnên mezin. Di dema wî de civaka Misrê di navbera hêzên îslamî û hêzên li hemberê wan ên wekî çepgir, lîberal û laîq de bû du parçe. Di dema seroktiya Mûrsî’de problemên aborî û civakî yê welat kêm nebûn. Piştî berfirehbûna muxalefetê, bi armanca Mûrsî dema hilbijartinên pêşwext ên seroktiyê diyar bike di dawiya meha Nîsanê de ji aliyê dînamîkên jêr tevgera Tamarod (Serhildan) hate damezrandin. Tevgerê di 29 Hezîranê de da xuyakirin ku wê 22 milyon îmze berhev kiriye û rojek paşê jî xwepêşandanên mezin organîze kir.  

Mihemed Mûrsî kî ye?

Mûrsî endamekî tevgera îslamî ya bi navê Birayên Misilman e ku bi dehan salan li Misrê hatibû qedexekirin e. Wî di navbera salên 2000-2005’an de parlamenterî kir û di 2011’an de bû serokê Partiya Azadî û Edaletê ya ku ji aliyê tevgerê hate damezrandin. Di heman salê de, bi tevgera gelê Misrê diktator Husnî Mubarek ji kar hat dûrxistin. Mûrsî di 2012’an de di hilbijartina ji bo serokatiyê de bi rêjeyeke biçûk bi ser ket û bû serokê yekemîn ê Misrê yê ku bi riya demokratîk hate hilbijartin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …