Li Mêrsînê sertîfîqayên kurdî hatin dayîn

Ciwanên ku qursa kurdî ya ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Ciwanan a Şaredariya Akdenîzê û Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Mêrsînê hat lidarxistin qedandin, sertîfîqayên xwe wergirtin. Bi merasîmeke ji bo vê mijarê hat li dar xistin de sertîfîqayên 20 ciwanan hatin dayîn.

Endamên Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Kenan Şen û Cemîl Elden, Hevserokê Bajêr ê BDP’ê Heybet Geçkin, şaredarê Akdenizê Fazil Turk, Serokê şaxa Mêrsînê ya KURDÎ-DER’ê Selahattin Çam û ciwanên qursiyer beşdarê çalakiyê bûn. Li ser nave KURDÎ-DER’ê Selahattin Çam axivî û got ku bi saya têkoşîna 30-40 salan û berdêlên giran ên hatine dayîn, Kurdî êdî digihîje ciyê ku heq kiriye û wiha axaftina xwe domand: “Îro êdî mirovên me yên ji her temenî bi kurdî diaxivin û dikarin xwe bi zimanê xwe yê dayikê Îfade bikin. Werin em zimanê xwe biparêzin û lê xwedî derkevin. Di kêlika jiyana xwe de, li malê, li ciyê kar, li kolanê û di siyasetê de em bi kurdî biaxivin.  Şaredarê Akdenizê M. Fazil Turk jî axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku gelekî incax bi zimanê xwe heye û bangî xwedîderketina li ziman kir.

belge_kurdi

Li ser navê qursiyeran Tuncer Akgun di axaftina xwe de bi sebeba ku firsendeke wiha pêşkêşî wan kirine, ji Şaredariya Akdenizê û KURDÎ-DER’ê re spas kir û wiha dom kir: “Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me hebûn û çanda me ye. Sîstem bi salan hewl da ku kurdî, dîrok û çandê biqedîne û tune bike. Di dîroka nêzîk de axaftina kurdî jî qedexe kirin.  Lê nikaribûn kurd û kurdî tune bikin.

Piştî axaftinan, sertîfîqayên 20 ciwanên serfiraz hatin belavkirin û beşdarên çalakiyê bi hev re fotograf kişandin.

Çavkanî: DİHA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …