Li Mêrsînê lîberalîzma ziman hat rexnekirin

 

 

Eğitim-Sen Şaxa Mêrsînê bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê di 28’ê Sibatê de li Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Mêrsînê paneleke bi navê “Bi Zimanê Dayikê Perwerde: Ji bo Çi û Çawa” li dar xist. Bername bi moderatoriya mamosteyê Kurdî-Derê Yaqop Tilemenî hat lidarxistin û Prof. Serdar Değirmencioglu, Prof. Dr. Işil Unal, Sekreterê-Giştî yê Egitim-Senê Sakine Esen Yılmaz û nivîskar Necat Ayaz di vê bernameyê de wekî panelîst axivîn. Ji bilî endamên Egitim-Senê, rêvebirên HDP’ê yê Mêrsînê, Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, nûnerên hin saziyên sivîl û gelek welatî jî beşdarê panelê bûn.

yaqop

Tilermenî  di axaftina xwe ya vekirina bernameyê de got ku hêzên hegemon zimanan wekî zimanên xizan û yên zengîn dikin du beş û ji ber tehekûma li ser zimanan gelek ziman ber bi mirinê ve diçin. Tilermenî axaftina xwe wiha dom kir: “Ji ber ku em di coxrafyayeke pirçandî û pirzimanî de dijîn, di dewsa ku em wan wekî reqîbên hev bibînin, divê em zimanan wekî hêmanên ku hêz didin hev bibînin û bi zimanên xwe di vê coxrafyayê de ciyê xwe bigirin”.

Asîmîlasyona ziman

Işıl Unal di destpêka axaftina xwe de li dijî hin derdorên ku qala hilbijartina perwerdeya bi zimanê dayikê dikin derket û kesên ku dibêjin perwerdeya duzimanî û pirzimanî çêtire, rexne kir. Unal got ku kesên van fikran diparêzin dibêjin ku xwendekarên duzimanî an pirzimanî serkeftî ne û ji ber vê yekê xwe dûrî perwerdeya bi zimanê dayikê dikin. Unal li ser mafê perwerdeyê jî sekinî û diyar kir ku qada perwerdeyê qadeke têkoşîna siyasiye û wiha dom kir: “Eger ez nikaribim bi nasnameya xwe di vê qadê de bisekinim, eger ez mecbûr dimînim ku ünalnasnameya xwe ya etnîk, olî û zayendî vedişêrim, ez nikarim xwe pêş de bibim. Herwiha Unal pê de çû û got ku dema ku serdest perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl dikin jî hewl didin ku ziman asîmîle bikin û diyar kir ku “Dema li Tirkiyeyê perwerdeya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin jî divê bal li ser hewldanên asîmîlasyonê be.”

Jin li dijî asîmîlasyonê asteng in

Sekreterê Giştî yê Egitim-Senê Sakine Esen Yilmaz li ser têkiliya ziman û jinê axaftinekê kir û got ku çeperê herî xurt ê li dijî asîmîlasyonê jin in. Yilmaz diyar kir ku divê perwerde li ser bingeha maf û azadiyan bê avakirin û got ku ji ber ku mêr bi awayekî bilez tevlî qada fermî dibin û zimanê serdest fêr dibin, jin li derveyê vê pêvajoyê dimînin. Yilmaz di warê xebata amadekirina materyalên perwerdeyê yên ji bo kurdî jî hin agahî dan û got ku ew sendîkaya wan di vê pêvajoyê de din ava komîsyona ji bo amadekirina materyalan cî girtiye.

sakine

Hilbijartina ziman mafekî lîberal e

Nivîskar Necat Ayaz di derbarê retorîka lîberal a hin sazî û akademîsyenan de axivî û got ku pêşniyazên vê derdorê yên ji bo duzimanî û pirzimanî midaxaleyeke îdeolojîk e û eger van pêşniyazan bên qebûlkirin ew ê li dijî vejîna kurdî xetereyekê pêk bînin. Ayaz diyar kir ku mafê hilbijartina zimanê perwerdeyê ku ji aliyê xwediyê vê midaxaleyê tên pêşniyazkirin, dikare di nava çarçoveya lîberalîzma zimanî de dikare bê bicîkirin û got ku di dewsa vê de, divê mafê kolektîf ê perwerdeya bi zimanê kurdî û zimanên din ên coxrafyaya kurdan bên parastin.

ayaz

Ayaz di axaftina xwe de li ser têkiliya perwerdeyê û normalîzasyona zimanê kurdî jî sekinî û got ku perwerde qadeke bingehîn ê telafîkirina paşveçûna ziman e û lewma jî divê hemû mifredat bi zimanê kurdî bê fêrkirin. Ayaz ji bo pêvajoya normalîzasyona ziman mînaka Katalonyayê da û destnîşan kir ku digel ji % 90’ê hin wargehên li dora Barselonayê bi spanyolî diaxivîn, hikumeta herêmî ya katalan di 1986’an de li hemû dibistanan bi zimanê katalanî dest bi perwerdeya bi katalanî kiriye.

Mafên zarokan hatine binpêkirin

Degirmencioglu jî di destpêka axaftina xwe de li ser karaktera neo-lîberal a xebatên dawî yên li ser perwerdeyê sekinî û bi taybetî hin xebatên ku ji aliyê AKP’ê ve tê fînansekirin rexne kir. Digel van dîtinên xwe jî Degirmencioglu got ku mafên zarokan a hilbijartina zimanê perwerdeyê heye. Degirmencioglu qala hin polîtîkayên

degirmenciogluasîmîlasyonê yên dema 1930’yan yên Komara Tirkiyeyê kir û çend mînakên ji perwerdeya wê demê da. Degirmencioglu got ku di perwerdeyê de heta niha ji gelek aliyan ve mafên girseyeke pir zêde zarokan hatine binpêkirin û di destê me de di derbarê hejmara wan de ti agahî tuneye.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …