Li Makedonyayê hevkariya ji bo hilbijartinê dijwar e

Li Makedonyayê partiyên siyasî li ser xetên etnîk ji hev vediqetin û heta niha di hilbijartinan de di navbera wan de hevkariyekê pêk nehatiye.

Beriya hilbijartinên giştî yên li Makedonyayê, di navbera partiyên mixalif de hevdîtin tên lidarxistin. Partiyên albanî û yên makedon dixwazin li hember serokwezîr Nikola Gruevskiyê ku demeke dirêj e li ser kar e hevgirtinekê pêk bînin. Lê pisporên li ser mijarê diyar dikin ku pêkhatina hevkariyê di navbera her du aliyên cihê de hinekî dijwar e.

Li Makedonyayê partiyên siyasî li ser xetên etnîk ji hev vediqetin û heta niha di hilbijartinan de di navbera wan de hevkariyekê pêk nehatiye. Lê vê carê hemû partiyên mixalif dixwazin Gruevskiyê ku ji 2006’an ve li ser kar e, di hilbijartinê de têk biçe. Bi mebesta pêkanîna hevgirtinekê, hefteya borî partiya mixalif a sereke Sosyal Demokrat bi partiyên albanî Uniteti û Partiya Demokratîk a Albaniyan re dest bi hevdîtinan kir.

Analîstên siyasî diyar dikin ku digel her du alî nezîkî hev dibin jî niha ew ji bo hevkariyeke cidî ne amadene. Pispor Naser Ziberi dide zanîn ku “ev partî bi giranî li ser meseleyên etnîk hatine damezrandin û di van mijaran de bi tevahî ji hev cuda difikiri”.

Macedonia_ethnic2

Di 25 salên siyaseta pir-partî ya Makedonyayê de heta niha di navbera partiyên etnîk ên makedon û albanî de koalîsyonên beriya hilbijartinê pêknehatine.

Nifûsa Makedonayê di ser 2 milyonî re ye û albanî ji % 25’ê wê pêk tînin. Gelê albanî bi giranî li bakurêrojavayê welat kom bûne û di 15 şaredariyên ji 80 şaredariyên Makedonyayê piraniya nifûsê pêk tînin. Di sala 2000’î de albaniyên li Makedonyayê daxwaza statuyeke siyasî kirin û di heman salê de li dijî hêzên hilkumetê dest bi êrîşên çekdarî kirin. Bi navbeynkariya Yekitiya Ewropa û DYA’yê, di 2001’an de di navbera her du aliyan de Peymana Çarçove ya Ohrîdê hat îmzekirin. Bi vê peymanê ji bilî xweriya herêmî hemû mafên polîtîk û çandî ya albaniyan hat naskirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …