Li lîseyên Nashvilleê perwerdeya kurdî dest pê dike

Dibistanên Dewletê yên bajarê Nashvilleê ya li Amerîkayê biryar hat dayîn ku di beşa zimanên dinyayê de dersên zimanê kurdî bê dayîn.  Li gorî vê biryarê, wê li lîseyan polên kurdî bên vekirin û perwerdeya bi kurdî dest pê bike.

Desteya rêvebiriya The Metro Nashville Public Schools a li Nashvilleê di civîna xwe ya 21’ê Gulanê de bi sebeba ku hejmara kurdan li bajar zêde ye, vê biryarê girt. Pêşniyaza perwerdeya kurdî ji civaka kurd a li bajêr hatiye û ji aliyê perwerdekaran hatiye destekirin. Aniha biryara desteya dibistanan ji bo erêkirinê ji wezareta dewletê re hatiye şandin.

Jill Petty ku berpirsê zimanên cîhanê yên dibistanên dewletê ye, di vê mijarê de wiha diaxive: “Lêkolîn nîşan didin ku dema xwendekarek bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibe, ev yek dike ku ew zimanekî din, bo nimûne îngilîzî zûtir fêr bibe. Ev wê di demeke dirêj de ji bo wan bi feyde be.”

Gerînendeyê Navenda Selahadîn a civaka kurd a li Nashvilleê Nawzad Hawramî li ser vê mijare diyar dike ku di demên dawiyê de gelek kurd daxwaza parastina kurdî kirine û lewma wî ji desteya dibistanên dewletê pirsiye ku pêkhatina daxwazek wiha pêkane an na. Hawramî dibêje ku mirov dikare li malê zimanê xwe biaxive lê divê fêrbûna xwendin û nivîsandinê li dibistanan pêk were.

Eger dewlet vê biryarê erê bike wê dibistan ji bo vekirina polên kurdî li hejmara xwendekaran binêre. Dema hejmar têr bike wê li lîseyan bi îhtimalek mezin heta sê salan dersên kurdî bên dayîn.

Nashvilleê paytexta eyaleta Tennessee ya li rojhilatê Dewletên Yekbûyî Amerîkayê ye. Nifûsa bajar nêzîkî 690,000’e û qasî 10,000’î vê nifûsê kurd in. Hejmara civaka kurd a li Nashvilleê bi koça piştî şerê Iraqê ya di 1991’an de dest pê kir û li bajar civakeke kurd a mezin çêbû. Piraniya kurdên li bajêr ji başûr û rojhilata Kurdistanê ne û ji ber hejmara wan a mezin ji Nashvilleê re ‘Kurdistana Biçûk’ tê gotin.  Aniha li dibistanên dewletê yên li bajar zêdetirî 1,100 xwendekarên kurd perwerde dibin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …