Li Kosowayê herêma sirban tê damezrandin

 

 

Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Kosowayê biryar da ku şaredarê Bakurê Mîtrovîcayê ji nava welatiyên sirb ên li herêmê bê hilbijartin. Komîsyonê bi biryara xwe, bi tenê namzetiya du namzetên sirb ên ji bo şaredariyê qebûl kir.

Damezrandina Civaka Şaredariyên Sirb ên li bakurê Kosowayê çend meh in di rojeva têkiliyên Kosowa-Sirbîstanê de cî digire. Li gorî peymana di navbera herdu aliyan de, wê piştî hilbijartina lokal a li herêmê, li navendên ku piranî sirb lê dijîn Civaka Şaredariyên Sirb bê damezrandin.

Di hilbijartinê de ji ber astengiya komekê, li sê navendên dengdayinê yên li Bakurê Mîtrovîcayê hilbijartin hatibû betalkirin û paşê di 17’yê mehê de hilbijartin li van navendan ji nû hatibû lidarxistin. Tûra duyemîn a vê hilbijartinê divê heta 1’ê Berfanbarê bê lidarxistin.

kosowa-mitrovica

Xwerêvebiriya qismî ya ji bo sirban

Li gorî peymana di navbera Kosowa û Sirbîstanê de, piştî tûra duyemîn a hilbijartinê, wê pêvajoya damezrandina Civaka Şaredariyên Sirb dest pê bike. Bakurê Mîtrovîca, Zubîn Potok, Zvecan û Leposavic û çend şaredariyên li rojhilat û rojavayê Kosowayê ku piraniya nifûsa wan ji sirban pêk tê, wê di nava vê herêmê de cî bigirin.

Hêzên di warê pêşketina aboriyê, perwerde, tenduristî û plankirina bajar û qadên gundewar wê di destê Civaka Şaredariyên Sirb de bin. Heman peyman destnîşan dike ku hikumeta Kosowayê dema bixwaze, dikare hin hêzên din jî dewrî rêvebiriya nû bike.

Serowezîrê Sirbîstanê Ivica Dacic li ser vê mijarê da xuyakirin ku digel astengiyên rêvebiriya Prîştîneyê (hikumeta Kosowayê) wê Civaka Şaredariyên Sirb bê damezrandin. Dacic qebûl kir ku di dema nivîsandina statuya saziya nû û diyarkirina ku çawa sazî hêzên di destê xwe de tetbîq bike, wê problem derkevin holê.

Serokwezîrê Kosowayê Haşîm Tacî jî got ku wê saziya navborî bi “qanûnên Kosowayê” bê damezrandin û ev nayê wateya “federalbûn an parçebûna” welat e.

Çavkanî: Nationalia

 

 

 

 

 

Bakurê Mitrovicayê jî ji aliyê gelej kesan wekî paytexta de facto ya vê herêmê tê dîtin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …