Li Korsîkayê dibistanên îmersiyonê vedibin

Li Korsîka wê du dibistanên imersiyonê bên vekirin. Li van dibistanan wê ji pêşdibistanê heta lîseyê perwerde bi zimanê korsîkî bê kirin.

Pêşengiya vekirina dibistanan ji aliyê tevgera Scola Corsayê ve tê kirin. Scola Corsa tevgereke sivîl û ji bo parastina ziman û perwerdeya bi zimanê korsîkî xebatan dimeşîne. Yek ji dibistanan wê li bajarê Bastiayê ya din jî wê li Bugigliyayê bê avakirin.

Scola Corsa ji bo herdû dibistanan modelên dibistanên kêmar ên li Îspanya û Fransayê ji xwe re model girtiye. Kalandretaya bi zimanê oksîtanî, Seaskaya bi zimanê baskî û Dîwana bi zimanê bretonî perwerdeyê dike ji van dibistan e.

Li Korsîkayê cara pêşiyê 50 sal berê qursên perwerdeya bi zimanê korsîkî hatin vekirin

Perwerdeya îmersiyonê

Îmersiyon tê wateya “di nava tiştekî re kirin” û lê di perwerdeyê de herî zêde wateya wê nêzîkî “banyoya ziman”e. Di vê modelê de zarok zimanê di nava konteksta otantîk û rojane de fêr dibin. Ji ber alîyên şarezahiyên ziman –axaftin, guhdarîkirin, temaşekirin- zarok tê dorpêçkirin û ev jî dike ku ziman di demeke kurt de û bi awayekî serfiraz bê fêrkirin. Perwerdeya îmersiyonê cara ewilî li Quebecê ji bo zimanê fransî hatiye bikaranîn û paşê ji aliyê hukumeta otonom a Katalonyayê ji bo perwerdeya zimanê katalanî wekî model hatiye qebûlkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …