Li Konseya Ewropayê pêşniyaza mafê self-determînasyonê

 

 

30 endamên Konseya Ewropayê (KE) pêşniyazê rêxistinê kirin ku nîqaşeke li ser neteweyên bê dewlet ên li Ewropayê bê lidarxistin.

Pêşniyaza bi serenavê Rewşa Neteweyên bê Dewletê ên li Ewropayê ku ji aliyê sosyaldemokrat Jacob Lund ê danîmarkî danasîna wê hat kirin, bi giranî ji aliyê sosyalîstan û çend wekîlên muhazafar û lîberal ve hat îmzekirin.

Di pêşniyazê de tê diyarkirin ku mafê diyarkirina qederê (self determînasyon) prensîbeke bingehîn ê hiqûqa navneteweyî ye û di Peymana Neteweyên Yekbûyî û di belgeyên wê din de hatiye naskirin. Pêşniyaz ji bo diyarkirina mafê qederê mînakên Skotland, Giravên Faro û Grondlandê dide û eşkere dike ku referandûma serxwebûnê ya Skotlandê di 2014’an de hatiye lidarxistin û hikumeta Danîmarkayê daye xuyakirin ku Giravên Faro û Grondland xwedî mafê diyarkirina siberoja xwe ne.

Pêşniyaz li ser pêvajoya li Katalonyayê û herêmên din jî disekine û wiha dom dike: “Meclîsa Parlamenter divê meseleya diyarkirina qederê ya Katalonyayê û herêmên din ên Ewropayê vekolîne ku di nava vê vekolînê de wê şopandina her hewldanên ku asteng dike ku gel mafên xwe yên diyarkirina qederê bi kar bînin.

Di dawiya pêşniyazê de tê gotin ku “wekî ku li Brîtanya, Danîmarka, Swêd û Norwêcê pêk hatiye, divê diyalogeke aştîxwaz û demokratîk û bersivên din ên erênî ji bo vê rewşê bên teşwîqkirin.”

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …