Li Karena Myanmarê pevçûn

 

 

 

Tê ragihandin ku li başûrê Myanmarê pevçûnên ku di navbera hêzên dewletê û Artêşa Karen a Demokratîk  de dem bi dem berdewam dike. Di encama pevçûnên li dora Riya Asyayê ku Myanmar û Taylandê bi hev girêdide  de deriyê li ser sînor ê li Myawaddyê hat girtin.

Hêzên dewletê ji artêşa serhildêr daxwaz dikin ku ji navenda xwe ya kontrolê a li bajarokê Kawkareik a nêzîkî sînorê Taylandê vekişin. Li gorî medyaya dewletê ji 2’yê Tîrmehê û heta niha di navbera her du aliyan de 29 pevçûn  rû dane.

Bi mebesta bidawîanîna pevçûnan, nûnerên dewletê û hêzên serhildêr bi navbeynkariya Yekitiya Karen a Neteweyî di Duşema derbasbûyî de hatin cem hev.

Map birmania_Estat Karen copia 1

Hilbijartina Mijdarê

Hikumeta Myanmarê hewld dide ku beriya hilbijartina giştî ku wê di Mijdarê de bê lidarxistin, di hevdîtinên aştiyê de bi hemû hêzên çekdar ên etnîk re agirbesteke neteweyî îmze bike û bi vî awayî dawî li şerê naxweyî bîne. Serokê Mynamarê Thein Sein di axaftineke xwe ya di vê hefteyê de dabû xuyakirin ku ew dixwazin hilbijartineke adil û azad li dar bixin û reforma destûra bingehîn pêk bînin.

Mixabin hin lîderên etnîk bawer nakin ku beriya hilbijartinê peymana aştiyê ya neteweyî bikaribe bê îmzekirin. Dijwariyeke din a li ser riya aştiyê jî ev e ku hikumet bi hinceta pevçûnên li eyaleta Şan a li bakurêrojhilat, sê rêxistinên komên etnîk – Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Ta’ang, Artêşa Îtifaqa Demokratîk a Neteweyî ya Myanmar a Kokangê, Artêşa Arakanê – li derveyê pêvajoya aştiyê digire.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …