Li Karakalpakistanê berxwedana ji bo parastina statuyê

Komara Karakalpakistanê herêmeke xweser e a li rojavayê Ozbekistanê ye û bergirehbûna bi qasî 166.000 km2 ye.

Nifûsa herêmê li derdora 2 milyonî ye û Karakalpak bi tenê 32 ji %ê vê nifûsê pêk tînin.

Ji roja înê û vir ve, Ozbekistan ji ber bûyerên li rojavayê welêt di fokûsa medyaya cîhanê de ye.

Navenda aloziya dawî, herêma xweser a Karakalpakistan e.

Hukumeta ozbek bi biryarekê xwest, mafê serxwebûnê ya vê herêmê ji holê rake.

Ev jî bû sebeba aloziyê û li Karakalpakistanê raperîneke berfireh pêk hat.

Hêzên dewletê bi tundî midaxaleyê protestoyan kirin.

Li gorî agahiyên fermî, 18 kes hatin kuştin û 243 kes birîndar bûn.

Duh Ozbekistan derbarê bûyeran de daxuyaniyek da û îdîa kir, herêm bi tevahî di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye.

Berdevkê Parazvanên Neteweyî di daxuyaniya xwe de, ji welatiyan daxwaz kir qîma xwe bi agahiyên derbarê aloziyê de neynin.

Berdevkê ozbek hem îdîa kir herêm aram bûye, hem jî got li herêmê rewşa awarte hatiye ragihandin

Serdana Mîrzîyoyev 

Roja yekşemê serokê Ozbekistanê Şevket Mîrzîyoyev çûbû serdana Karakalpakistana aloz û li wir peyamên aramiyê dabû.

Mîrzîyoyev îdîa kiribû, digel ozbek û karakalpak zimanên cuda dipeyivin jî her du bi hev re endamê yek neteweyê ne.

Bûyerên li Karakalpakistanê, ji ber plana guherînên destûra bingehîn a hukumeta ozbek pêk hatibû.

Karakalpkistan cara ewil wekî herêmeke otonom di 1925’an de ji aliyê Yekitiya Sovyetê ve hat naskirin. Herêm paşê di 1932’an de statuya komarê bi dest xist.

Hukumetê xwestibû di çarçoveya van guherînan de mafê veqetîna Karakalpakistanê ya ji Ozbekistanê betal bike.

Komara Karakalpakistanê

Komara Karakalpakistanê herêmeke xweser e a li rojavayê Ozbekistanê ye û bergirehbûna bi qasî 166.000 km2 ye.

Nifûsa herêmê li derdora 2 milyonî ye û Karakalpak bi tenê ji  32 ji %ê vê nifûsê pêk tînin.

Nifûsa mayî, ji 32.8% ji sedî ozbek, 28.6% kazax, 3.3 % turkmen, 1.2 % tatar û 1.1 % jî rûs in.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …