Gelê Kanak 170 sal in li benda serxwebûna xwe ye

Proseya dekolinîzasyonê ya piştî Şerê Cîhanê ya duyemîn dest pê kir, li hin aliyên cîhanê hîn didome..

Girava Kaledonyaya Nû jî bi dehan salan e li bendeye ku ji Fransayê veqete û serxwebûna xwe bi dest bixe

Hêzên welatparêz ên li vê giravê ji bo referandûma wê îsal bê lidarxistin hêvî dikin welatî ji serxwebûnê re bêjin erê.

Girava Kaledonyaya Nû ku di 1853’an de ji aliyê Fransayê hatibû dagirkirin û heta niha ji Parîsê ve tê birêvebirin.

Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî FLNKS, bi têkoşîna xwe mecbûr hişt Fransa referandûma ji bo serxwebûnê qebûl bike.

Parlemena Kaledonyaya Nû

Ev referendûm di 2018’an de hat lidarxistin lê ji sedî 51’ê welatiyên li giravê ji serxwebûnê re gotin na.

Piraniya nifûsa giravê ji kesên ji Fransayê koç kirine pêk tê û ev jî bû sebeb ku di referandumê de encameke wisa derkeve holê.

Lê belê FLNKSê dev ji têkoşîna ji bo serxwebûnê berneda û bi peymana Noumeayê biryar hat dayîn, di Cotmeha 2020’an de referandûma duyemîn bê lidarxistin.

Rêvebiriya FLNKSê vê carê dixwaze di referendûmê de biserkeve û lewma şev û roj ji bo referandûmê xebatê dike.

Paytexta Noumea

Lîderên vê tevgerê didin zanîn, ew hêvî dikin wê ji sedî 51’ê dengan bigirin û bi vî awayî xewna gelê kanak a ji bo serxwebûnê pêk bînin.

Li gorî bernameya vê tevgerê, piştî serxwebûnê wê destûreke bingehîn a demokratîk bê  amadekirin ku wê tê de plûralîzma etnîk û çandî ya giravê bê naskirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …