The bay of Numbo, in Ducos, and the village of the Communards, facing Nou Island and the central camp facilities, in the French Pacific territory of New Caledonia on May 21, 2021. - Taboo for decades, penal colonization is emerging from the shadows in New Caledonia, French territory in the South Pacific, where for the first time in Noumea a historic site has been transformed into a museum trail, a few months after the publication of a "Memorial of the prison". (Photo by Theo Rouby / AFP)

Li Kaledonyaya Nû proseya serxwebûnê

Biryara ji bo roja referandûmê piştî muzakerekeyên di navbera tevgera serxwebûnxwaz û alîgirên Fransayê de hat girtin.

Li gorî vê, wê di 12’yê kanûna îsal de li giravê referandûma sêyemîn bê lidarxistin.

Li Kaledonyaya Nû wû referandûmeke din a serxwebûnê bê lidarxistin.

Biryara ji bo roja referandûmê piştî muzakerekeyên di navbera tevgera serxwebûnxwaz û alîgirên Fransayê de hat girtin.

Li gorî vê, wê di 12’yê kanûna îsal de li giravê referandûma sêyemîn bê lidarxistin.

Piştî diyarbûna roja dengdanê eniya serxwebûnxwaz ji bo kampanyayê kete nava hereketê.

Kampanyaya ji bo serxwebûnê wê ji aliyê yekitiya sendîkayan USTKE û Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî FLNKSê ve bê meşandin.

Bi vê armancê USTKE di nava karkeran de dest bi civînan kir.

Peymana Noumeayê-1998

Tevgera serxwebûnê dixwaze vê carê di dengdanê de bi ser bikeve û dawî li kolonyalîzma fransî a li giravê bîne.

Piştî bûyerên şîdetê yên li Kaledonyaya Nû, Fransa di 1998’an de bi tevgera serxwebûnxwaz re Peymana Noumeayê mor kiribû.

Di çarçoveya peymanê de mafê lidarxistina 3 referandûmên serxwebûnê hatibû naskirin.

2 referandûm hatin lidarxistin 

Referandûma ewilî ya serxwebûnê di 2018’an de ya duyemîn jî di 2020’an de hatibû lidarxistin.

Di dengdana yekemîn de 43 ji sedî û ya duyemîn de jî 47 ji sedî welatiyên giravê ji serxwebûnê re gotibûn „erê“.

Hêjayî gotinê ye demografyaya Kaledonyaya Nû ji aliyê polîtîkayên kolonyalîst hatiye guherandin.

Piraniya nifûsa giravê ji welatiyê ewrûpî û yên jin giravên din ên Pasîfîkê pêk tên.

Gelê esil ê giravê kanak 40 % nifûsê pêk tînin û ev jî nahêle tevgera serxwebûnxwaz bigihîje armancên xwe.

USTKE Û FLNKS wê di kampantata hilbijartinê de bernameyeke antî-kolonyalîst biparêzin.

Tevgera serxwebûnxwaz dixwaze li giravê bêedaletiyên etnîk, aborî û sosyal bi dawî bibe û sîstemeke demokratîk bê avakirin.

Destkeftinên tevgera serxwebûnê

Di referandûman de bi ser neketi be jî, tevgera serxwebûnxwaz îsal du serkeftinên mezin bi dest xistin.

Serokê Kaledonyaya Nû Louis Mapou
Serokê giravê Louis Mapou

Di meha sibatê de tevgerê piştî dengdaneke parlemenê hêza xwe ya siyasî zêde kir û bû mafê avakirina hukumeta koalîsyonê.

Piştî vê, di 8’ê tîrmehê de hukumeta nû civiyabû û  Louis Mapou wekî serokê giravê hat hilbijarti bû.

Bi vî awayî, piştî 40 salan siyasetmedarekî serxwebûnxwaz bûbû serokê Kaledonyaya Nû.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …