Li Hîndîstanê eyaleteke nû hat damezrandin

 

 

Parlamentoya Hîndîstanê Lok Sabha di 18’yê Sibatê de qanûna ji bo damezrandina eyaleta Telanganayê qebûl kir. Qanûna nû ku bi piştevaniya wekîlên Partiya Kongreya Hîndîstanê ya li îktîdarê hat qebûlkirin, wê ji bo erêkirinê ji senatoyê re (Rajya Sabha) û paşê jî ji serokwezîrê federal re bê şandin.   

Di çarçoveya qanûna bi navê Qanûna Reorganîzasyona Andra Pradeşê de wê eyaleta Telangana ji 10 herêmên li bakurê eyaleta Andra Pradeşê pêk were û herwiha paytexta Andra Pradeşê Haydarabad ku di heman demê de navendeke girîng a aboriya Hîndîstanê ye, wê di nava sînorên eyaleta nû de bimîne.

Hikumeta federal a Hîndîstanê di 3’ê Cotmeha 2014’an de pêşniyazqanûna di derheqê damezrandina Telanganayê de ku ji aliyê Komîteya Xebatê ya Kongreyê hatibû amadekirin, erê kir. Hikumetê di daxuyaniya xwe ya ji bo parastina vê biryarê de destnîşan kir ku lîjneya wezîran ku wekî Koma Wezîran (GoM) tê binavkirin, beriya erêkirina vê pêşniyazqanûnê bi hemû derdorên eleqeder, partiyên siyasî, serokwezîrê Andra Pradeşê, wezîrên di hikumetê de yên ji herêma Telangana û Seemandrayê hevdîtinan pêk anîne û qasî 18,000 e-maîlên ji aliyê gel ji wan re hatine şandin, xwendine.

Digel daxuyaniya hikumeta federal a ji bo nermkirina bêaramiya li Andra Pradeşê rû da, serokwezîrê vê eyaletê N. Kiran Kumar rojek piştî derbasbûna qanûnê ya di parlementoyê re, îstîfa kir. Kumar di daxuyaniya xwe ya ji bo îstifayê de anî ziman ku Partiya Kongreya Neteweyî ya Hîndîstanê ku di heman demê de partiya wî ye jî, piştevaniya damezrandina Telanganayê kiriye û bi vî awayî îxanetê bi wî û gelê telûgû re kiriye. Di dema nîqaşa li ser qanûna navborî ya di parlamentoyê de jî wekîlên ji Andra Pradeşê mîkrofona sekreterê giştî yê parlamentoyê şikandibûn û madeyeke kîmyewî avêtibûn ser endamên din ên parlementoyê.

Ji bilî van reaksiyonan, rûniştvanên li herêma Seemandrayê ya kêleka Okyanûsa Hîndê ji mêj ve ye li dijî damezrandina eyaleteke nû derdikevin. Rûniştavanên li vê herêmê diyar dikin ku eger eyaleteke nû ava bibe, wê çemên ku ji Telanganayê ber bi herêma wan ve diherikin zêdetir ji aliyê eyaleta nû ve bê kontrolkirin û gihîştina wan a ji bo qada aborî û perwerdeyê ya li Haydarabadê zêdetir dijwar bibe.

telangana

Naveroka Qanûna Reorganîzasyona Andra Pradeşê

Hin xalên girîng ê qanûna nû wiha ne:

  • Telangana wê ji 10 herêman û erda mayî ya Andra Pradeşê wê ji 13 herêman pêk were.
  • Haydarabad wê heta 10 salan bibe paytexta hevpar a her du eyaletan.
  • Rêvebirê Telanganayê wê ji bo ewlekariya jiyanê, azadî û milkên hemû kesên ku li paytexta hevpar dijîn, xwedî     berpirsiyeke taybet be. Dibe ku du şêwirmendên ku ji aliyê Hikumeta Hîndîstanê ve bên peywirdarkirin ligel rêvebir bixebitin.
  • Hikumeta Hîndîstanê wê desteka fînansê û yên din bide ji bo damezrandina paytexteke nû ya eyaleta Andra Pradeşê ku wê ji aliyê komîteyeke pisporan ciyê wê bê diyarkiririn.
  • Hikumeta Hîndîstanê ji bo domkirina nîzama raya giştî wê alîkariya berfirehkirina hêzên polîs ên her du eyaletan bike.
  • Ji bo herêmên paşdemayî yên her du eyaletan wê pakêteke aboriyê ya taybet bê avakirin.
  • Li her du eyaletan wê du dadgehên bilind hebin. Dadgeha Bilind a Haydarabadê wê bibe dadgeya Telanganayê û heta dadgeheke nû li herêma Seemandrayê bê damezrandin wê heman dadgeh bibe dadgeha bilind a her du eyaletan.

 

Hin agahî di derheqê Telanganayê de

Nifûsa 10 herêmên ku bi vê eyaleta nû ve tê girêdayîn qasî 35 milyone û piraniya nifûsê bi zimanê telûgû diaxivin. Hemû herêmên vê eyaletê ji aliyê aboriyê ve yên herî paşdemayî yên li Andra Pradeşê ne. Li van herêmên ku sînorên wan bi deryayê re tune ne, çandinî tê kirin. Li Telanganayê ji 50 salan û vir ve daxwaza ji bo veqetîna ji Andra Pradeşê û damezrandina eyaleteke nû daxwaz didome. Di xwepêşandanên 1969’an a ji bo bidestxistina statuyeke taybet de nêzîkî 400 kes li Telanganayê hatin kuştin.

Çavkanî: Zeenews.india.com / India.blogs.nytimes

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …