Li Hîndîstane êrîşa bodoyên serxwebûnxwaz

 

 

Li eyaleta Assam a li bakurêrojhilatê Hîndîstanê, serxwebûnxwazên bodo li dijî kêmara misilman êrîşeke bi xwîn pêk anîn. Di êrîşa di 1’ê Gulanê pêk hat de li gundên Narayangurî û Kagrabariyê ku her du jî li herêma Bodo cî digirin, 32 gundî hatin kuştin.

Hikumeta eyaleta Assamê piştî êrîşê li navçeyên navendên Kokrajhar, Baksa û Çîrangê û erda bi ser van navenda ve rewşa awarte îlan kir. Rêvebirên eyaletê ji ber vê êrîşê Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Bodolandê (EDNB) sûcdar kirin û diyar kirin ku êrîş li herêma ku gelên misilman lê bi cî bûne pêk hatiye.

Xizmên kesên hatin kuştin bi sebeba ku ewlekariya wan tuneye, veşartina laşên kesên hatine kuştin red kirin û diyar kirin ku heta hikumeta Assamê ewlekariya wan pêk neyne û ji bo kesên hatine kuştin û birîndarkirin tazmînatê nede, wê miriyên xwe veneşêrin.

Bûyer di dema hilbijartinên giştî yên Hîndîstanê de pêk hat û komên misilman bawer dikin ku civaka wan ji ber ku serhildêrên bodo bawer dikin ku ew destekê nadin namzetên bodo, rastî êrîşê hatiye. Aminul Haque ku yek ji rûniştvanên gundê Teteligurî yê nêzîkî ciyê bûyerê ye, di derbarê mijarê de wiha axivî: “Me di dema bûyerên şîdetê yên 2012’an de têra xwe derdan dît. Me xanî, malbat, dewar û hemû tiştên me yên heyî du sal berê winda kir. Şîdet dîsa dest pê kir û divê em careke din terka vir bikin.”

Di sala 2012’an de di bûyerên şîdetê yên di navbera misilmanên ku bi zimanê bengalî diaxivin û bodoyên xwecî de gelek kes hatibûn kuştin û birîndarkirin û gelek xanî hatibûn hilweşandin. Di 1993’an de jî kêmara misilman rastî êrîşeke din hatibû û di vê bûyerê de jî ji100’î zêdetir kes hatibûn kuştin.

assam-bodoland

Şerê ji bo serxwebûna Bodolandê

Serhildêren bodo demeke dirêje ji bo serxwebûna herêma xwe ya ku li bakurê eyaleta Assame cî digire, şerê çekdarî dimeşînin. Hikumeta Hîndîstanê di 2003’an de bi yek ji du rêxistinên mezin ê bodoyan Pilingên Rizgariya Bodo (BLT) ku nêzîkî 3,000 gerîlayên wê hebû re li hev kir. Bi peymana aştiyê ya di navbera BLT, eyaleta Assam û hikumeta Hîndîstanê de hat îmzekirin, herêmeke xweser hat damezrandin û ji bo rêvebiriya herêmê Konseya Terîtoryal a Bodolandê ya ku navenda wê li paytext Kokrajharê bû, hat peywirdarkirin.

EDNB di 1986’an de bi navê  Hêza Ewlekariya Bodo hat damezrandin û di 1994’an de navê xwe yê nû girt. Vê rêxistinê peymana xweseriyê ya bi BLT’ê re qebûl nake û doza serxwebûna erdên bodo yên li bakurê Çemê Brahmapûtrayê dike. Çavdêr diyar dikin ku rêvebiriya BLT’ê piranî ji hîndûyan pêk hatiye û lewma jî xweseriya herêmê ya di bin dewleta Hîndîstanê de diparêzin. Li gorî heman derdoran, endam û rêvebirên ENDP’ê piranî xrîstiyan in û lewma jî serxwebûnê dixwazin.

Çavkanî: Indiatoday.indiatoday.in / Bbc.co.uk/ Archive.tehelka.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …