Li Hîndîstanê di 50 salên dawî de 250 ziman mirin

Cîlda yekemîn a lêkolîna li ser zimanên Hîndîstanê di 5’ê Îlonê de ku 125’emîn jidayikbûna feylesofê hîndî Dr. S. Radhakrişnan ku di heman demê de duyemîn serokê Hîndîstanê bû, hat weşandin. Lêkolîna ku ji 35,000 rûpelan û 50 cîldan pêk tê, wê gav bi gav bê weşandin.

Li gorî encamên lêkolîna bi navê Lêkolîna Zimanî ya Gel a Hîndîstanê ku di bin rêberiya zimanzan Ganeş Devy hatiye kirin, civaka Hîndîstanê niha 780 ziman diaxive û di 50 salên dawî de 250 ziman ji holê rabûne.  Lêkolîna ku çar sal dom kir, bêyî ku alîkariyê ji hikumetê werbigire, berhema 17 salên amadekariyê û 21 sal xebata dijwar e. Herwiha di lêkolînê de 3,000 pisporên ziman li seranserê welat xebitîne.

volume1

Di cîlda yekemîn a lêkolînê de, di derbarê hemû zimanên ku li Hîndîstanê tên axaftin agahî hatine dayîn. Taybetiyên coxrafî, çavkaniya ziman jê derketiye, gramer, wêje, xebatên hunerî û yên çandî yên zimanên li welat, agahî di pirtûkê de cî girtine.

22 zimanên ji 780 zimanên ku di lêkolînê de derketine holê wekî zimanên hîndî hatine diyarkirin. 122 ziman ji aliyê serjimarê wekî zimanekî ku di ser 10,000 kesan ve tê axaftin hatine nîşandayîn. Zimanên mayî jî ku hejmara wan ji 600’î zêdetir e, wekî zimanên ku ji aliyê ji 10,000’i kêmtir kes diaxivin, hatine diyarkirin.

 

Çavkanî:

www.sakaaltimes.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …