Li Galîsyayê hewldana ji bo normalkirina ziman

 

 

 

Li herêma xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê pêvajoyeke nû ya ji bo parastina ziman dest pê kir. Ji bilî partiya îktîdar a Îspanyayê PP (Partiya Gel), hemû rêxistinên siyasî yên li herêmê di 15’yê Tîrmehê de Deklerasyona Yekgirtî ya ji bo Normalkirina Zimanê Galîsî îmze kirin.

Rêxistinên ku deklerasyona ziman îmze kirin ev in: Alternativa dos  Veciños, Anova-IN, Bloque Nacionalista Galego, Cerna, Coalición Galega, Compromiso por Galicia, Converxencia XXI, Esquerda Unida, Partido dos Socialista de Galicia-PSOE (Şaxa Galîsyayê ya Partiya Sosyalîst), Podemos Galiza  û Terra Galega.

Bi deklerasyona ku ji aliyê Desteya Normalkirina Ziman ve hatiye amadekirin tê xwestin ku bikaranîna zimanê galîsî li her qad û saziyan de bê normalkirin û ji bo vê yekê tedbîrên berfireh bên girtin.

a-mesa-pola-normalizaci-n-ling--stica-logo-primary4

Di belgeyê de tê diyarkirin ku “zimanê galîsî berhemeke kolektîf a gelê galîs e” û ziman nasnameya gel pêk tîne. Tê destnîşankirin ku armanca belgeyê destpêkirina pêvajoya normalkirina galîsî ya ji bo hemû sektoran e û ji bo wekhevî û fermînûna rastîn divê hemû tedbîrên jiyankirina bi galîsî bên girtin.

Herwiha, belge Qanûna Normalkirina Ziman (1983), Plana Giştî ya Normalkirina Zimanê Galîsî (2004), Deklerasyona Unîversal a Mafên Ziman a UNESCO’yê (1996) û Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar a Konseya Ewropayê wekî bingeha tedbîrên wê bên girtin nîşan daye.

Desteya Normalkirina Ziman di 1986’an de ji aliyê hikumeta xweser a Galîsyayê ve hatiye damezrandin. Armanca saziyê parastin û teşwîqkirina galîsî qadên curbecur ên civakê de û tespîtkirina binpêkirina mafên ziman ên welatiyên herêmê ye.

Îsal di Sibatê de rêxistina Queremos Galego (Em zimanê galîsî dixwazin) bi mebesta protestokirina polîtîkaya hikumetê a ji bo ziman li paytext Santiago de Compostelayê meşeke girseyî lidarxistibû.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …