Li Galê meşa serxwebûnê tê lidarxistin


Welatê Gal a girêdayê Brîtanyayê her dem bi xebatên xwe ya ji bo parastina ziman û carinan jî bi xweseriya xwe hatiye rojevê. Îcarê li vî welatî tevgera serxwebûnxwaz bi aktîvîzma sivîl dixwaze di Gulanê de meşek li dar bixe.

Rêxistinên sivîl ên Galê ku di bin sîwana Cymru AUOB’de hatine cem hev bang dikin ku di 11’yê Gulanê de li Paytext Cardiffê meşeke ji bo serxwebûnê li dar bixin. AUOB Cymru (Hemû di bin Pankartekê de) cara pêşiyê bi saziyên endam re di 16’yê Sibatê de civînekê li dar xist. YesCymru, Cymdeithas yr Iaith, Welsh Football Fans for Independence, Labour for an Independent Wales, Yes is More û Undod endamê vê platformê ne.

AUOB wekî rêbaz ji xwe re xebata rêxistinên sivîl ên Skotlandê mînak girtiye. Rêxistinên sivîl ên Skotlandê piştî demeke dirêj, di Cotmeha 2018’an de bi hezaran kesan derxistibûn kolanên  paytexta Skotlandê Edinburgç. Di vê meşê de hatibû daxwaz kirin ku careke duyemîn referandûma serxwebûnê Li Skotlandê bê lidarxistin.


Gal (Wales)

Di anketa Kanîna Pêşîn a 2018’an de hatibû dîtin ku eger referandûmek bê lidarxistin wê ji % 17’yê welatiyên Galê dengên erê bidin. Di anketeke din a piştî Brexitê ku di 2016’an de hatibû lidarxistin de desteka ji bo serxwebûnê derketibû % 28’an. Plaid Cymru ku partiya serxwebûnxwaz ê Galê ye, di hilbijartina 2016’an a ji bo Parlamentoya Neteweyî ya Galê de ji % 20 dengên welatiyan girtibû.

Kurteagahî di derbarê Galê de

Gal herêmeke xweser a girêdayê Brîtanyayê ye ku li rojavayê welat cî digire. Mezinbûna Gal 20,779 km² ye û li gorî daneyên 2011’an li wir 3,063,456 dijîn. Gel çar salan carekê ji bo Parlamentoya Neteweyî ya Galê dengên xwe dide û hikumetek herêmî ji aliyê parlamentoya ve tê hilbijartin. Li Galê zimanên îngilîzî û galî tên axaftin û her du ziman jî li vî welatî zimanên fermî ne.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …