Li Gagawûzyayê 20 salên xweseriyê

 

Li dewletên Rojhilatê Ewropayê pir zêde xweseriyên terîtoryal  ên baş dixebitin tune ne. Lê yek ji van herêmên ewilî Gagawûzyaya li Komara Moldovayê wê di 2014’an de bîst saliya hebûna xwe pîroz bike. Ji ber ku gelê wê yê biçûk bi eslê xwe tirk in û bi sedan salan li Bûlgarîstanê jiyane, vê herêmê ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke taybet e. Tevlî gelê çûwaş ê li Rûsyayê, gagawûz tekane gelê ku bi eslê xwe tirk e û xrîstiyaniya ortodoks pejirandiye. Îro ji % 82-83’yê 180,000 rûniştvanên li Gagawûzyayê gagawûzên etnîk in ku piraniya wan ligel zimanê xwe rûsî jî wekî zimanê duyemîn bi kar tînin. Bi tenê ji % 4’ê wan bi moldovî diaxivin. Xweseriya Gagawûzyayê di heman demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve tê destekirin. Tirkiye alîkariya çandî û aborî dide herêmê.

Dema di 1994’an de Komara Moldovayê li Transîstiryayê bi şerekî re rû bi rû ma, Gagawûzya li hember yekitiya axê ya dewletê derneket lê bi awayekî xurt daxwaza xweseriyê kir. Di 23’yê Kanûna 1994’an de Parlamentoya Moldovayê “Qanûna di derbarê statûya hiqûqî ya Gagawûz Yerî de” qebûl kir. Li gorî vê statûya xweseriyê, herêma Gagawûzyayê ji hemû erdên ku hebûna gelê gagawûz ji % 50 derbas dikir, pêk dihat. Lê di çarçoveya vê qanûnê de hemû şaredariyên bixwestana, bi armanca biryarê bidin gelo ew ê beşdarê herêma xweser bibin an na, wê bikaribûna di 1995’an de referandûmek li dar bixistana. Ev mînakeke pir baş ê  di derbarê ku çawa erdeke xweser ê ku bi awayekî kevneşopî ne xwedî sînoran e, dikare bi amûrên demokratîk bên damezrandin de ye û ji bo Tirkiyeyê jî hin dersan di hundirê xwe de dihewîne. Ji bo gagawûzan mafekî din ê taybet heye: Destûra Bingehîn a Moldovayê diyar kiriye ku dema ku Moldova dawî li serxwebûna xwe bîne (bi îhtimaleke mezin opsîyona yekitiya bi Romanyayê re), Gagawûzya dikare referandûma mafê diyarkirina qederê li dar bixe. [1]

Di van bîst salên xweseriyê de li Gagawûzyayê nûçeya pevçûneke çekdarî nehat nivîsandin. Li herêma xweser, di navbera moldovî û gagawûziyan de jiyaneke bi hev re ya aştiyane heye lê wiha xuya dike ku naveroka xweseriyê pir pêş de neçûye. Asta parastina nasnameya etno-çandî ya gagawûziyan hîn nizm e. Rûsî li Gagawûzyayê hîn jî ewqas serdest e ku xisarê dide pêşketina zimanê gagawûzî. Li aliyekî din, şensê ciwanên gagawûzî ji bo sîstema perwerdeya bilind a Moldovayê kêm e û zanîna wan a zimanê dewletê têr nake. [2] Li gorî analîzeke dawî ya bi kîtekît, li Gagawûzyayê çend mijarên nehatine çareserkirin hene. Hin ji van ev in:  [3]

  • Kapasîteya kêm û bikaranîna bêtesîr a mekanîzmayan. Ev, hem di derbarê însîyatîfên hiqûqî yên di Meclîsa Gel’de û hem jî di derbarê hikumetê de ye ku ji ber nasnekirina Başkan (serokê hikumeta herêmî ya hikumetê) wekî xwediyê mewkiyekî girîng pêk tê;
  • Kêmbûna diyalogê û perpespektîfên reformê ku di nava wan de çarçoveya hiqûqî jî heye. Ev yek ji ber tevlîhevbûna berjewendiyên sîyasî, îhmalkirin û kêmbûna çavkaniyan pêk tê;
  • Girêdayîbûna bi rojevên polîtîk ên kevn re û teşwîkirina armancên ne realîst;
  • Bi taybetî di warê perwerde û ziman de teşwîq û desteka kêm a ji bo entegrasyonê;
  • Parastin û teşwîqa netêr a çand û zimanê gagawûz a ji aliyê  paytext Kîşînovê (Moldova) û Comratê (Gagawûzya) ve;
  • Tunebûna butçeyeke zelal, şefaf û di demeke diyarkirî de û tunebûna pêvajoya belavkirinê;
  • Hebûna potansiyela guherîna hiqûqa terîtoryal a Gagawûzyayê û îhtîmala nakokiyên dema bê yên ji ber hewldanên bilindkirina asta merkezîbûnê.
  • Pêkhatina butçeyê û bexşên fînansî yên ji bo domkirina herêma xweser. Ev avantaj bi armanca kontrolkirina girêdayîbûna Gagawûzyayê ya bi navendê re tê xebitandin.

gagawûzya

Bi vî awayî, hiyerarşiya qanûnan di navbera Comrat û Kîşînovê de nakokiyan pêk tîne û hin rêvebirên dewletê vê yekê bi armanca nedîtina statuya xweseriyê bi kar tînin. Di dema ku hin siyasetmedar kêmbûna diyaloga siyasî şermezar dikin, ji bo alîkariya çareserkirina nakokiyan di demeke zû de pêwîstiya organeke hêsankirinê derdikeve holê.

Gelo Moldova dikare bi awayekî guncaw bersivê bide daxwazên kêmara xwe ya gagawûz û ji bo vê yekê dilxwaze? Piştî di 2009’an de li Kîşînovê îktîdar guherî, dewleta navendî hêdî hêdî dest bi çareserkirina problemên xwe kir. Li aliyekî din, elîtên gagawûz ketine nava têkoşîna navxweyî ku pozîsyona wan ê siyasî lawaz dike. Pêdiviyeke eşkere ya xurtkirin û profesyonelkirina mekanîzmayên siyasî yên herêma xweser, bi taybetî jî ya Meclîsa Gel heye. Li aliyekî din, berpirsiya dewleta Moldovayê heye ku heta dawiyê li gorî qanûna xweseriyê bimeşe. Niha, xweseriya Gagawûzyayê nekare wekî modela serfiraz a  xweseriya terîtoryal a ku baş dixebite bê nîşandayîn. Di 1994’an de bi dayina xweseriyê, bi riyeke aştiyane pevçûna veqetînê hat astengkirin. Îro, 20 sal şûn de, di rojava siyasî ya Moldovayê de dema bicîkirina pêkanîna reformeke berfireh a qanûna xweseriyê ya yekemîn hatiye.

 


[1] Ji bo dîroka modern a Gagawûzyayê binêrin:: Stephan Troebst, ‘From “Gagauz Halki” to “Gagauz Yeri”: The movement for autonomy of the Gagauz in Moldova 1988-1998’ in: ETHNOS-Nation 7 (1999), pp.41–54.

[2] Ji bo analîzeke dawî ya çareseriyeke bi vî rengî binêrin: Benedikt Harzl, The Gagauzian Model of Autonomy: A perspective for  Transdniestria?, in: Thomas Benedikter (ed.), Solving Ethnic Conflict through Self-Government, EURAC, Bozen 2009. Çapeke vê pirtûkê kurtedemek berê ji aliyê Weşanxaneya ARAM’ê ya li Amedê hatiye kirin.

Vegotineke dirêj a pêkhatina Gagawûz Yerî dikare ji vê pirtûkê bê xwendin:: Thomas Benedikter, The World’s Modern Autonomy Systems, 2010 (Internet).

[3] Siegfried Wöber (2013)),  Making or Breaking the Republic of Moldova? The Autonomy of Gagauzia, European Diversity and Autonomy Papers EDAP 02/2013, EURAC Bozen (Internet)

 

Derbarê Thomas Benedikter

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …