Li Fransayê serfirazî bû para Macron û Le Pen

 

Di hilbijartina Fransayê de 12 namzet ji bo serokomariyê ketin nav pêşbirkê.

Tu namzetan şertê tûra ewil ê ji % 50 derbas nekirin û wekî serokomar nehatin hilbijartin.

Di tûra duyem de, Emmanuel Macron û namzeta rastgir Marine Le Pen wê di ber hev bidin

Li gorî encamên hilbijartina Fransayê, Macron ji % 28.1 deng girt û bû namzetê yekem ê tûra ewil.

Li dûv Macron, Le Pen jî bi dengê ji % 23.3 bû namzeta duyem.

Namzetê çepgir Jean-Luc Melenchon ji % 20.1 û Eric Zemmourê rastgir jî ji % 7.2 dengan girt û namzetên Partiya Komarparêzan a navenda rastê, Valerie Pecresseyê ji bû xwedî ji % 5ê dengan.

Herwiha serokê Partiya Keskan Yannick Jadot jî ji % 4.4 ê namzeta Partiya Sosyalîst û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo jî encax ji % 2.1’ê dikaribê bi dest bixe.

Macron ji % 28.1, Le Pen ji % 23.3’ê dengan wergirt. Her du namzet jî derbasî tûra duyemîn bûn.

Macron û Le Pen

Piştî sindoq hatin girtin û hate fêmkirin ku hilbijatin wê bimîne tûra duyem gellek namzetan di lehê Macron de daxuyanî dan.

Namzetan ji hilbijêran xwestin ku deng nedin Le Penê, di tura duyem de dengên xwe bidin serokomarê heyî Emmanuel Macron.

Marine Le Pena ku ev cara duyem e, di hilbijartina serokomariyê de dimîne tûra duyem, di hesabê xwe yê twîtterê de, spasdariya milyonên ku baweriya xwe pê anîne kir û got kesên ku deng nedane Macron an jî bêalî mane, bila di tûra duyem de deng bidine wê.

Li gorî encamên nefermî, tûra duyem a hilbijartina serokomariya Fransayê wê di 24’ê Nîsanê de, di navbera Emmanuel Macron û Marine Le Pen de bê kirin.

Di vê tûrê de kîjan namzet bi ser xîne, wê di 13’ê meha Gulanê de wezîfeya serokomariyê dewir bistîne.

Hilbijartina 2017’an

Beriya vê hilbijartinê, hilbijartina sala 2017’yan, dîsa Macron û Le Pen bûbûn du namzetên ewil û berebaziya tûra duyem di navbera herduyan de hatibû kirin.

Macron ji sedî 66’ê dengan stendibû û bibû serokomarê Fransayê.

Hêjayî gotinê ye, piştî encamên fermî yên hilbijartinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve bê îlankirin, hilbijartina tûra duyemîn wê di navbera du namzetên ewil de bê kirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …