Li Fransayê di derbarê kurdan de kêm agahî diçe ber destê gel

Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Breton (AKB) hem ji bo bersivê bide banga çavdêriya ji bo hilbijartinê û hem jî ji bo xebatên xwe yên ji bo Kurdistanê, di çarçoveya gera xwe ya Kurdistanê ya salane de di Newrozê de hatin Kurdistanê. Di nava vê heyeta ku ji 10 kesan pêk tê de ji bilî kesên ji Bretonyayê hatine, kesên ku ji hin saziyên sivîl û komeleyên piştgiriyê yên kurdan re ku ji Parîs û Lyonê hatine jî cî digirin. Di hevpeyvîna ku me bi endamên heyetê re pêk anî re, em li ser xebata komeleyên dostaniyê yên li Fransayê, projeyên ku Ji aliyê van komeleyan li Kurdistanê tên meşandin û astgengiyên li ser riya xebateke piştgiriyê ya xurt û dîplomasiyê ya li Ewropayê axivîn.                                                                                                                                 

Necat Ayaz: Hûn dikarin hinekî qala xebatên xwe bikin? Komeleyên dostaniyê yên bi kurdan re xebatên bi çi rengî dikin?

Marie-Brigitte Duigou: Komeleya pêşiyê ya dostaniya bi kurdan re di 1977’an de li Rennesê hat damezrandin.  Armanca me ya sereke lêkolînkirina rewşa ku gelê kurd tê de dijî û parvekirina vê bi raya giştî ya fransewî ye. Li komeleyê em li gorî karbeşiya ku em di navbera xwe de kiriye dixebitin. Di malpereke ku me vekiriyê de em her dem nûçeyan diweşînin. Niha em di çarçoveya plansaziya xwe de her sal tên Kurdistanê û li vir ligel berhevkirina agahiyan, bihin kesan te hevdîtinan jî pêk tînin. Komeleya me AKB di heman demê de endamê Kordînasyona Neteweyî ya Piştgiriyê ya li Fransayê ye ku ji komeleyên cihêreng ên di derbarê kurdan de xebatê dikin pêk tê.

Thierry Lamberthod: Di 1993’an de Komîteya Desteka bi Kurdan re li bajarê Lyonê ya li herêma Rhone-Alp’ê hat damezrandin pişti hevditina bi serokê AKB’ê re ya sê sal berê, vê komiteyê navê Lyon-Kurd li xwe kir. Em bi Atolyeya Rengînê re hevkariyê dikin û li Lyonê mehê carekê Bazara Kurd lı dar dixin. Di vê bernameyê de kurd û dostên wan li dora xwarinekê tên cem hev.

duigou3

N. Ayaz: AKB û komeleyên bi vî rengî bi armanca bandorê li polîtîkaya hikumeta fransewî bikin xebatên çawa dikin?

Michel Besnard: Bi armanca nêzîkbûneke rast a ji bo meseleya kurd bipejirînin, em hewl didin ku zextê li ser hikumetên fransewî pêk bînin. Ji bo vê em bi gelek siyasetmedaran re hevdîtinan pêk tînin. Piştî cînayetên siyasî yên li Parîsê, bi armanca ser van cînayetan neyên girtin me hewl da ku bi endamên hikumetê û hin kesên din re hevdîtinan bikin û em di vî warê pêkanîna hin ji van hevdîtinan de bi ser ketin. Medi pêvajoya greva birçîbûnê de jî bi hin endamên hikumetê re hevdîtinan pêk anî û ji van xwest ku bala wan li ser vê grevê be. Herwiha, beriya serokomarê Fransayê were Tirkiyeyê me bi armanca kişandina bala wî ya ji bo hin mijaran, jê re nameyekê şand. Wî jî kurtedemek şûn de bersivekê da nameya me. Di warê girtina siyasetmedarên hatine hilbijartin ên kurd de jî hin xebatên me pêk hatin û me ji bo wan kampanyayeke nameyan da dest pê kirin.

Sophie: Dema li Fransayê an Kurdistane bûyereke di derbarê kurdan de pêk tê em hewl didin ku bi siyasetmedaran re hevdîtinan pêk bînin û em li aliyekî din, hewl didin ku di rojname, radyo an înternetê de van bûyeran binîn ziman.

N. Ayaz: Projeyên ku AKB bi şaredariyên li Kurdistana Bakur re dimeşîne hene?

M.B.Duigou: Di 2005’an de hevkariya teknîk a di navbera Şaredariya Mezin a Amedê û Şaredariya Rennes’ê a li Bretonyayê pêk hat. Vê hevkariyê bi giranî di derbarê bajarbûnê de ye û bi giranî li ser veguherîna bajar a Ben û Senê ji parvekirina agahiyên teknîkî û perwerdeyê pêk tê. Di heman demê de projeyeke me ya di derbarê Ben û Senê de ku niha hîn dom dike, heye. Dîsa, em projeyeke din bi atolyeyeke xaliyan a girêdayî Şaredariya Colemêrgê ye, dimeşînin.

michel3

Michel Besnard: Bi taybetî bi Şaredariya Sixkê ya Wanê re piştgiriya me heye û di vê çarçoveyê de em herdem bi şaredar Gulcîhan Şîmşek re di nava têkiliyê de ne. Demeke dirêje jî em bi Atolyeya Rengîn a li Colêmêrgê re dixebitin. Li atolyeyê jinên maxdûr dixebitin. Van kesan piştî li wir tên perwerdekirin, li wir dest bi kar dikin. Em bi şaredariya Colemêrgê re jî ji nêzîk ve eleqeder dibin û hewl didin ku bi wan re hevkariyê bikin. Şaredarî ji me alîkariyeke navneteweyî xwest û em ê di vî warî de agahiyê bidin wan.

N. Ayaz: Kurd û hevalên wan çima nikarin li Ewrûpayê xebatake xurt a piştgirî û dostaniyê bimeşînin? Li hember vê xebatê astengiyên çawa hene?

M. Besnard: Vê mijarê bi veguhezandina agahiyan re eleqeder e. Ji ber ku li Fransayê di derbarê  kurdan de kêm agahî diçe ber destê gel. Em difikirin ku di vî warî de xebata me girîng e. Lê ya rast divê Federasyona Komeleyên Kurd van agahiyan veguhezîne me. Em hewl didin ku bi malpera înternetê ya AKB’ê agahiyan veguhezînin. Îsal me li Bretonyayê bernameyeke fîlmê pêşkêş kir û li dor fîlmê nîqaşên pir girîng derketin holê.

T. Lamberthold: Ez jî dixwazim di vî warî de bêjim ku di demên dawiyê de li Fransayê di navbera ermen û kurdan de nêzîkbûneke heye. Me ew ji bo Bazara Kurd vexwend û ew jî li ser vê vexwendiname beşdarê bernameyê bûn. Piştî ez vegerim Fransayê, ez ê di radyoyeke ermen de di derbarê xebata me ya li Kurdistanê beşdarê bernameyekê bibim.

N. Ayaz: Eger di derbarê meseleya kurd de ji we re ji derve agahiyên têr neyên, hûn çawa pêşveçûnên di meseleya kurd de derdikevin holê dişopînin?

thierry3

M.B. Duigou: Edîtorê malpera me Andre Metayer hemû çapemeniyê dişopîne û agahiyên li wir bi me re pareve dike. Ji bilî vê, derfeta me ya bidestxistina herdem a agahiyan tune ye.

M. Besnard: Bi rastî me xwest bi KESK û DISK’ê re jî xebateke wiha bimeşînin lê ji ber ku malperên her du saziyan jî bi tirkî ne, hinekî dijware ku em ji wan feydeyê bibînin.

Anna Sophie Aphie: Di bingeha xwe de problema sereke hevkarî û peymanên di navbera Tirkiye û Fransayê de ye. Dema siyasetmedarekî ji Tirkiyeyê tê Fransayê di navbera kurdên li Fransayê girtin dest pê dikin. Dîsa, dema dema ji Fransayê siyasetmedarekî ji Fransayê diçe Tirkiyeyê bi heman şeklî kurdên li welatê me maxdûr dibin. Di navbera her du aliyan de hevkariya aboriyê heye. Di 2011’an de Wezîrê Hundir ê Fransayê bi Tirkiyeyê re peymaneke girîng ê ewlekariyê îmze kir. Vê peymanê hin ji aliyê parlamentoyê nehatiye erêkirin lê di pêşerojê de talûkeya erêkirina wê heye. Bi armanca

T.Lamberthod: Li vir hin detay hene ku dema mirov wan bi fransewiyan re diaxive bandorê li wan dikin. Bo nimûne ez di derbarê çêkirina xaliyan a li Colemêrgê an re diaxivim û wan agahdar dikim. Dema ez ji wan re dibêjim “Li Colêmêrgê nekarin xaliyekî çêkin, ji ber ku rengekî kêm e û sebeba vê jî ev e ku vi rengî ji gihayekî çiya tê bıdestxistin û vî gihayî ji ber ku pir hatiye bikaranîn hatiye tunekirin,” vê agahiyê li ser fransewiyan bandorê çêdike. Bi rastî, fransewî agahiyê dixwazin û li vir problema sereke veguhezandina agahiyan e.

M. Besnard:  Dema girtiyeke siyasî an kesekî hatiye hilbijartin ji girtîgehê derdikeve, em vê nûçeyê dibihîzin. Lê dema van kesan dikevin girtîgehê jî divê ji me re agahiyên têr bên şandin. Bo nimûne, di derheqê jinên maxdûr, bi taybetî jî di derbarê jînên koçber bûne an jinên hevjînên wan di girtîgehê de ne de di destê me de zêde agahî tune ne.

N. Ayaz: Hûn dikarin di derbarê projeya xwe ya fotografan a ku li Taxa Ben û Senê didomînin de em hinekî em agahdar bikin?

François Legeait: Ez cara pêşiyê di 2009’an de hatim Amedê. Ez li ser vexwendina hevalê fotografjen Gael Lenny ku endamê AKB’ê bû, qebûl kir k udi projeyê de cî bigirim û bi me însîyatîfa komeleyê di 2011’an de projeya Ben û Senê da destpêkirin. Di çarçoveya ve projeyê de heta niha ez pênc car hatim Amedê. Armanca me ne bi tenê lidarxistina atolyeyeke fotografan bû lê bi nêrîna zarokan kişandina fotografên taxekê ku ji holê radibe bû. Lewma vê projeyê bala min kişand. Me vê projeyê piştî kut az ji holê rabe bila zarok bizanibin ew ji ku derê hatine, da destpêkirin. Em jî gelek caran çûn wir û fotografan kişand û me dît kum e taxê problemên ku meseleya kurd derdixistine holê nîşan dide. Bi vê xebatê em meseleya kurd jî didin naskirin. Piraniya mirovên li vê taxê dijîn kesên ku ji ciyên xwe hatine dûrxistin in. Di çarçoveya projeyê de hem li Amedê hem jî li Rennesê pêşangeha fotografên ku zarok kişandine hat lidarxistin. Em difikirin ku ji bo projeya ku niha ber bi dawiyê ve diçe, pirtûkeke fransewî û kurdî ku wê ji fotograf û nivîsan pêk were, çap bikin.

N. Ayaz: Sophie, tu jî dikarî hinekî di derbarê xebatên komeleya xwe ya perwerdeyê de hinek agahi bidî?

Anna Sophie Aphie: Ez ji bo Komeleya Perwerdeya Pêşverû ya ku li Parîsê hatiye daemzrandin dixebitim û ji bo çavdêriya mafên zarokan li vir im. Îsal 25’emîn salvegera îmzekirina Deklerasyona Mafên Zarokan’e. Komeleya min dixwaze bi Tirkiyeyê re têkiliyan çêbike. Bi taybetî em dixwazin bi derdorên ku bi mijara perwerdeya gel û perwerdeya pêşverû re eleqeder dibin têkiliyan çêbike. Li Fransa’yê perwerdeya gel bi armanca binavkirina perwerdeya derveyê dibistanê tê binavkirin. Em jî wekî KESK û Egitim-Senê perwerdeya bê pere, laîq, zanistî û civakî (fermî) dixwazin. Em ê li Amedê bi Egitim-Senêre jî hevdîtinê bikin. Komeleya ku ez endamê wê me di heman demê de pêşbirkeke navneteweyî ay di derbarê mafên zarokan de li dar dixe. Wê François jî ji bo pêşbirkê alîkariya me bike.  Zarokên beşdarê vê pêşbirkê bibin wê afîşên di derheqê mafên zarokan de amade bikin.

François Legeait: Em dixwazin zarokên li Kurdistanê jî beşdarê vê pêşbirkê bibin. Ji bo vê mijarê em ê li vir saziyên eleqeder ên li Amedê agahdar bikin.

Amed.

Foto: Şefik Kaplan

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

DEM wê li Çêrmûgê pergala rantê hilweşîne

Bi rêya şaredariyê, pergaleka rantê ava kirine. Rêvebiriya heyî ya AKPê ya Çêrmûgê ne dixwaze …