Li Fînlandiyayê rapora ziman hat weşandin

Rapora li ser meşandina hiqûqa siyaseta ziman a li Fînlandiyayê eşkere kir ku di ware peydakirina xizmetan bi her du zimanên fermî –fînî û swêdî- problem didomin. Rapora hikumetê, di heman demê de nîşan da ku dijwariyên hin komên ziman ên cihêreng jî hene.

Li gorî stratejiya ziman a neteweyî, divê her du zimanên fermî yên welat xwedî hebûneke xurt bin û hemû xizmet bi her du zimanan bikaribe bê peydakirin. Aliyekî girîng ê vê siyasetê jî ev e ku dive rêvebirî di warê ku ew çawa bikaribin hebûna zimanê xwe bidomînin, endamên komên kêmarên ziman agahdar bike.

Lê kêmasiyên di warê berdestbariya xizmetên ziman de bi tenê civakên kêmar eleqeder nake. Wezîrê Edaletê Anna-Maja Henriksson ku endamên kêmara swêdî ye, dide zanîn ku li Helsînkî û derdorê 35,000 swêdî dijîn û bi armanca peydakirina xizmetên civakî û tenduristî ya ji bo wan divê bêtir xebat bê kirin.

Rewşa samiyan

Rapora hikumetê hin agahiyên di derbarê koma xwecî samiyan de jî dide û destnîşan dike ku ji aliyê ziman rewşa komê hejar e. Bi taybetî gelek zehmet e ku mirov rastî xizmetên bi zimanê samî tên dayîn, were. Ji ber ku gelek ji zarokên samî li derveyê axa samî dijîn û li dibistanan bi zimanên xwe perwerde nabin.

Cihêrengiya li welat

Niha li welat 148 zimanên cuda wekî zimanên dayikê tên axaftin. Di demên dawî de li Fînlandiyayê bi taybetî hejmara axêverên rûsî û estonî zêde bûne û herwiha ji ber vê yekê pêdiviya agahdarkirina wan a bi zimanê wan ên dayikê jî bilind bûye. Konseya Ewropayê kurtedemek berê ji Fînlandiyayê re pêşniyaz kir ku divê ew bi taybetî zêdetir destekê bide bikaranîna zimanê rûsî.

Ji % 4.5’ê nifûsa Fînlandiyayê zimanekî din ku ji fînî û swêdî cuda ye, diaxive. Hin ji van zimanan romanî, tatar û karelî ye ku bi sedana salan e li welat tên axaftin û samî ye ku hezar sal e li bakurê welat tê axaftin.

Komê ziman a herî mezin nifûsa swêdî ye û komên rûsî, estonî, somalî, îngilîzî û erebî li dûv axêverên swêdî tên.

Çavkanî: www.nationalia.cat, www.yle.fi

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di …