Li Fîlîpînê peymana aştiyê hat îmzekirin

 

 

Peymana aştiyê ya ku dawî li şerê navxweyî ya di navbera serhildêrên misilman û dewleta Fîlîpînê de anî, di 27 Adarê de hat îmzekirin. Bi vê gava dîrokî, yek ji şerê navxweyî ha herî dirêj a li rojhilata Asyayê hat bidawîkirin.

Bi vê peymanê  MILF û hikumeta Fîlîpînê li hev kirin ku di havîna 2016’an de li girava Mîndanaoyê herêma xweser a Bangsamoroyê bê damezrandin.

Bi armanca îmzekirina peymanê, li paytexta Fîlîpîn Manîlayê merasîmeke mezin ku li derdora 1,000 kesên ji welat û ji derveyê welat beşdar bûn, hat li dar xistin. Di vê merasîmê de peymana aştiyê ji aliyê rayedarên hikumeta fîlîpîn û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) ve hat îmzekirin.

Serokê MILF’ê Ebrahîm Mûrad di merasîmê de axivî û got ku “peymana berfireh a Bangsamoroyê lûtkeya serkeftina têkoşîna me ye” û wiha dom kir: “Bi vê peymanê daxwazên meşrû yên Bangsamoroyê û teahuda hikumeta Fîlîpînê ya naskirina van daxwazan hatin morkirin.

Serokê Fîlîpînê Aquino jî di axaftina xwe ya di merasîmê de got ku “Tiştê niha li pêşiya me ye, riya ku dikare me ber bi guherîna domdar a li Mîndanaoya misilman ve bibe ye.”Aquino di axaftina xwe de kesên ku dikarin xisarê bidin vê pêvajoyê jî hişyar kirin û got ku  di nava van kesan de lîderên siyasî yên ku dixwazin li Mîndanaoyê statukoya heyî bidomînin jî hene û wê li hember van kesan tedbîrên xurt bên girtin.

bangsamoro territory3

Di çarçoveya peymanê de herêma Bangsamoroya xweser wê ji % 10’ê erdên Fîlîpînê pêk were û ji bilî wîlayet û bajarên li herêma heyî ya xweser a li Mîndanaoya misilman, wê bajarên Isabela û Cotaboto, şeş şaredariyên li Lanao del Norte jî di nava sînorên herêma xweser a nû de cî bigirin.

Herêma Xweser a Bangsamoroyê wê xwedî parlamentoya herêmî, hêza berhevkirina bacê û hêza xwe ya polîs be. Rejîma siyasî ya herêmê berevajiya rejîmeke îslamî, wê laîq be û wê parastin, siyaseta derve û hêza pejirandin an redkirina welatîbûnê di destê hikumeta Fîlîpînê de be.

Li gorî peymana parvekirina zengîniya aboriyê wê Bangsamoro bikaribe ji % 100’ê çavkaniyên xwe yên ne mînaralên metal û ji % 75’ê hatina ji lêgerîn, pêşxistin û bikaranînana metalên mînaral tê, bi dest bixe. Bi tenê pereyê ji  sotemeniyên fosîl û ûranyûmê tên wê bi awayekî wekhev di navbera Bangsamoro û Fîlîpînê de bên parvekirin.

Bi armanca pêkhatina herêma xweser a nû divê Kongreya Fîlîpînê qet nebe heta dawiya vê salê qanûnekê qebûl bike. Eger vê qanûnê di dema xwe de bê qebûlkirin wê paşê dem têr bike ku beriya 2016’an li herêma Bangsamoroyê referandûma ji bo xweseriyê bê li dar xistin. Eger van gavan di dema xwe de neyên avêtin wê meşandina peymana xweseriyê têkeve nava xetereyê. Ji ber ku sala 2016’an di heman demê de dema bidawîbûna serokatiya Aquino ye, divê heta vê demê de herêma xweser bê îlankirin.

Li Fîlîpînê li derdora 10 mîlyon misilman hene û piraniya wan li girava Mîndanaoyê ya li başûrê welat dijîn. MILF rêxistina herî mezin a misilman e û tê texmînkirin ku xwedî 10,000 şervanan e.

Çavkanî: Manilastandardtoday.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …