Li Ewropayê Tora Parlementoya Çandê ya Ciwananan pêşdikeve

 

 

Tora Parlamentoya Çandê ya Ciwanan (ECP YN) ku di 2010’an de wekî komeke dilxwazan hat damezrandin, di Mijdara 2013’an de li Swêdê bû sazîyeke fermî.

ECP-YN ku girêdayê Parlamentoya Çandê ya Ewropayê ye (ECP), piranî ji xebatkarên qada hunerê û çandê temên wan di navbera 20 û 35’an de ye, pêk tê lê di heman demê de kesên ji qadên din ku girîngiya çandê dizanin û dixwazin piştevaniya vê xebatê bikin, dikarin di nava vê torê de cî bigirin.

ECPYN

Dema torekê bibe endamê ECP-YN’yê, di warê lêkolîn û projeyan de ji hevkariya saziyê îstîfade dike û dibe şensê bihîstina dengê xwe ji aliyê kesên ku li Ewropayê biryarên siyasî didin.” ECP-YN li welatên Ewropayê torên neteweyî dadimezrîne û an heyî xurt dike û bi awayî jî dixwaze xebata xwe li seranserê Ewropayê belav bike. Niha li 10 welatên ewropî torên endam hatine damezrandin û tê payîn ku li 10 welatên din torên nû bên damezrandin. Tora navborî di heman demê de plan dike ku “Projeya Xurtkirinê” bide destpêkirin.

Parlamentoya Çandê ya Ewropayê bawer dike ku “fikra ewropî li ser balansa di navbera rêzdariya ji bo cihêrengiya çandê ya Ewropayê û toleransa çandî û famkirinê ya di nava civakên Ewropayê de hatiye avakirin. Parlamentoyê Çandê ya Ewropayê bi xebatên xwe hewl dide ku “rola fikrên çandî û hunerî di nîqaşa ji bo pêşeroja Ewropayê de xurt bike” û “li aliyê nirxên hevpar, nasnameya çandî, cihêrengî û toleransê ciyê xwe bigire” û destekê bide avakirina pirekê di navbera çandên din de.”  Parlamento bi armanca meşandina nîqaşên li ser mijarên pir girîng, ji bo hunermend, nivîskar, dîrokzan, mîmar û xebatkarên din ên qada çandê platformeke domdar ava dike.

Çavkanî: One-europe.info / Kulturparlament.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …