Li Ewropayê konferansa kurd didome

 

 

Konferansa “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” a li Parlamenta Ewropayê dest pê kir.

Konferansa “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” a li Parlamenta Ewropayê, bi axaftina vekirinê ya Seroka EUTTC Karîane Westrheîm û Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer destpê kir.

Westrheîm da xuyakirin, ku bûyerên gelekî girîng diqewimin û di vê demê de hêvî û bêhêvîtî di zikhev de ne. Westrheîm wiha axivî: “Di bihara 2015’an de hevdîtinên aştiyê yên di navbera Kurd û Tirkan de qut bû. Di hilbijartinan de HDP’ê benda ji sedî 10’an derbas kir û cihê xwe di meclîsê de girt. Di şerê heyî de mirov nikarin pêdiviyên jiyanî yên mîna av û xwarinê. Li herêmên şer lê diqewime, reveberên herêmî hatin girtin. Yekane berpirsyariya vê yekê, bêguman neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Çareseriya pirsgirêka Kurd wê aramiyê ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re bîne.”
Westrheîm da zanîn, ku divê Tirkiye mesafeyê bixe navbera xwe û rêxistinên mîna DAIŞ‘ê û got, “Pêwîst e Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka qebûl bikin ku PKK aktorekî rola sereke dilîze ye û ji lîsteya rêxistinên terorîst derxîne. Divê ewlekarî û tenduristiya Ocalan werin parastin.”

Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer jî da xuyakirin, meseleya koçberan bi ti awayî nabe hincet ji vegera ji nirxên bingehîn û wiha peyivî: “Di konferansa 11. de me mijarên kaos û şer nirxandin. Li wê derê rewşeke li dijî mirovahiyê heye. Ya ku em fêm nakin, ev bêdengî ye. Em rexne dikin ku PKK û DAIŞ bi heman rengî tê nirxandin.”
Zîmmer ragihand, ku ew ê di rojên pêş de heyetek ji Parlamenta Ewropayê bişînin Kurdistanê.

‘Min perwerde ji Mîtterand wergirt’

Siyasetmedarê ji Rojhilatê Tîmorê Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê Jose Ramos Horta jî wiha got: “Çima min ev vexwendîname qebûl kir, ez qet neçûm Kurdistanê, neçûm Tirkiyeyê jî. Min perwerdeya xwe ya destpêkê ya li ser Kurdistanê ji jineke Ewropî Danîelle Mîtterrand wergirt. Bi heyraniyeke mezin ez têkoşîna gelê Kurd dişopînim. Jinên li Sûriye û Îranê şer dikin, şervanên bêhempa ne. Şoreşgerên jin ên Stalîngrad diparastin, jinên Vîetnamî yên li dijî dagirkeriya Fransa û DYA welatê xwe diparastin, tînin bîra min. Mîna herî demdirêj a înkarkirina gelekî Kurd e.
Weke mînak dikarim welatê xwe nîşan bidim. Piştî dagirkeriya 24 salan muzakere pêk hat û rêveber û neteweyên mezin xwe dan ber lihevkirinê. Tirkiye ji bo herêmê welatekî gelekî girîng e, divê xwe bigihîne rewşa ku karibe bi vê rola xwe rabe.”

Pîvana hikûmeta demokratîk

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Dr. Şîrîn Ebadî da zanîn, ku li kîjan welatî dibe bila bibe, cihêrengiya çandî rê li ber pêşketina çandî vedike. Ebadî da zanîn, ku welatê xwedî gelek komên etnîk, ol û ziman, welatekî dewlemendê çandî ye.

Ebadî da xuyakirin ku ew niha rewşa gelê Kurd dinirxînin, lê belê rewşa gelê Kurd ê li bakurê Kurdistanê cidî ye û anî ziman ku divê dewleta Tirk hurmetê nîşanî mafên çandî yên gelê Kurd bide.

Her wiha Ebadî ragihand, Kurd ne tenê li Tirkiyeyê li gelek welatan bêpar hatine hiştin û bal kişand ser cihêrengiya olî ya li hemberî Kurdên li rojhilatê Kurdistanê tê kirin.

Parlamentera HDP’ê ya Agirî Leyla Zana da xuyakirin, ku ji rewşa heyî, par û berpirsyariya aktorên siyasî di asteke biçûk neyê dîtin de heye. Zana destnîşan kir ku pêwîstî bi siyasetmedarên karibin berjewendiyên tevahiya civakê biparêzin heye.

‘Divê muzakere dest pê bikin’

Di rûniştina duyemîn a konferansê ya beşa doh de rojnamevan Cengîz Çandar, Prof. Davîd Romano, Prof. Sûsan Breaû, Sefîrê berê yê Hirvatîstanê yê DYA Peter Galbraîth, Parlamenterê Parlamentoya Ewropa Takîs Hadjîgeorgoû û Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevlî bûn û axaftin kirin.

Axaftina yekemîn Sefîrê berê yê Hirvatîstanê yê DYA Peter Galbraîth kir, “Li Sûriyeyê pêwîstî bi çareseriyekê heye. Lê ev yek çareseriyeke leşkerî nîne. Divê her kes beşdarî konferansa roja Înê ya li Cenevreyê bibin. Nabe ku Kurd li derveyî vê pêvajoyê werin hiştin. Bêyî Kurdan çareserî nabe. Ji xwe herî zêde mafê Kurdan e. Ji ber ku yên li dijî terorîzmê şer dikin, Kurd in. Eger Kurdên li Rojava li derve bên hiştin, hingî ew ê jî projeya xwe bixin dewrê.” Di dawiya axaftina xwe de Galbraîth ji Tirkiyeyê re got, “Bi xweşiya we biçe yan neçe, PKK tevgereke xurt e. Eger hûn aştiyê dixwazin, hûn mecbûrin vê bi PKK’ê re bikin. Tevgereke we ya xurt a aştiyê dixwaze heye. Ev yek wê karê we hêsan bike.”

‘Tirkiye kerasetê dibarîne’

Rojnamevan Cengîz Çandar jî diyar kir ku Tirkiye bi karesatek mezin re rû bi rû ye, wiha dom kir: “Piştî hilbijartinan Tirkiye veguherî rejîmek faşîst. Ez ji bo welatê xwe bi fikar im. Li Tirkiyeyê li ser gelê Kurd de karesat dibare. Li Tirkiyeyê ti carî bajaran nehatibûn bomberdûmankirin, qedexeyên kolanan, nerakirina cenazeyan, bedenên biçûk rakirina sarincan, bajar veguherîna xirbeyan çênebibû.” Çandar di axaftina xwe de Yekîtiya Ewropa jî rexne kir, wiha got: “AKP’e xwe naspêre tenê encamên hilbijartinan. Piştgiriyê ji Yekîtiya Ewropa digire. Tirkiye êdî dibe Sûriye. Eger YE li gor berjewendiyên xwe wiha dom bike wê rewş hê xeraptir bibe. Eger YE, li hember pêkanînên derveyî exlap ê Tirkiyeyê bêdengiya xwe biparêze, wê pêlek mezintir a koçberiyê pêk were.”

Paşeroşeke tarî li benda Tirkiyeyê ye

Prof. Davîd Romano jî destnîşan kir ku bûyerên li Tirkiye salên 1980 bi bîr dixe, behsa operasyonên li ser çapemeniyê û sansuran kir, wiha got: “Eger wiha dom bike, pêşerojek tarî li benda Tirkiyeyê ye.”

Prof. Sûsan Breaû diyar kir ku ji bo hebûna xwe gelê Kurd neçarî şerkirinê dimînin, wiha axivî: “Ji bo karibin mirovên xwe biparêzin serî li çekan didin. Ji ber xwe li hember sûcdarên mirovahiyê diparêzin bi terorîzmê tên îthamkirin.”

‘Aştî beyî PKK’ê nabe’

Parlamenterê PE Takîs Hadjîgeorgoûî jî di axaftinan de ji ber hêvî nehatine ziman rexne kir, wiha got: “Ez ji Kibrisê têm, dikarin bibêjin ‘Tu li dijî Tirkiyeyê xwedî bertek e.’ Erê ez li hember rêveberên Tirkiyeyê xwedî bertek im. Erdogan piştî axaftinên Demîrtaş ên ji bo oto determînasyonê pê li dukmeya prosedura hiqûqî kir. Divê Tirkiye bikev YE, lê Tirkiye jî ne li bendê ye ku di demek kurt de bikeve Yekîtiya Ewropa. Ji bo berjewendiyên YE û Tirkiyeyê divê pêvajoya endamtiyê dewam bike. Min ji Birêz Demîrtaş re got di serê meha Sibatê de wiha ji PE heyetek di serî de Amed biçe cihên din ên Kurdan bigere. Wisa jî em ê karibin têkîldarî rewşê xwedî zêdetir agahî bin û peyaman bişînin. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî bêyî PKK’ê nabe.”
Kurd derdikevin ser dika dîrokê.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê atmosfera siyasî ya herî reş a dîroka nêz tê jiyîn. Demîrtaş guhertinên sedsalê nirxand û wiha got: “Cîhan ewqasî guherî lê Tirkiye neguherî. Hevsengiyên li herêmê serobino bû, statuyên sed sal berê hilweşiyan, ji ber amadekariyên Tirkiyeyê tinebûn, qrîza heyî bû qrîza Tirkiyeyê. Ji berk u Kurdan êdî vê pirsgirka derbas kirin. Gihiştin guhertinek mezin. Kurdan pirsgirêka xwe bi xwe çareser kirin.”

Demîrtaş got Kurd ji nû ve derketine ser dika dîrokê, wiha got: “Ji bo Tirkbûnê Kurd ne tehdîd in, ji bo laîkbûn, Îslamê jî ne tehdîd in. Ji bo ol û baweriyên din jî ne tehdîd in. Lê, ji bo çi Tirk Kurdan wek tehdîd dibînin, ji ber ku mejiyekî statukoparêz heye.” Demîrtaş got ji ber vî mejiyê gel berdêlên mezin didin.

Demîrtaş rewşa li Cizîrê wiha ragihand: “Lê, em behsa Tirkiyeyek di pêvajoya endamtiya YE de ye dikin. Di heman demê de lewre em behsa krîterên YE dikin. Ev krîter ne yên YE ne, krîterên mirovahiyê ne, krîterên ku nirxên hevpar ên mirovahiyê afirandiye ye.”

Jêder: ANF

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …