Li Tirkiyeyê cara ewilî dibistaneke çerkezan a bi navê Pêşdibistana Kafkas hat vekirin. Pêşdibistana ku ji aliyê Komeleya Çerkez a Edeneyê hat vekirin, di Îlonê de dest bi perwerdeyê kir.
Komeleya Çerkez a Edeneyê di 2012’an de dest bi lêgerîna avakirina dibistaneke kafkas kir û li Taxa Guzel Yali ya li Edeneyê avahiyeke du qatî kirê kir. Li ser daxwaza komeleyê, Fona Neteweyên Yekbûyî ya Alîkariya ji bo Zarokan (UNICEF) hemû mesrefên dibistanê girt ser xwe û di 22’yê Îlonê de li dibistanê perwerdeya zarokan dest pê kir.
Endam û xwendekarên komeleyê piştî ku hefteyekê di ser perwerdeyê re derbas bû, tevlî mamosteyeke pispor dîwarên derve yên dibistanê boyax kirin.
Di dibistanê de zarokên di navbera temenê 3 û 5’an de wê ziman û çanda xwe fêr bibin.
Çavkanî: KAFFED (Kafkas Dernekleri Federasyonu)