Li derveyê welat dîroka kurd dide naskirin



“Ji bo şîrovekirina neteweperestiya kurd coxrafya gelekî girîng e. Kurd dibêjin ‘em xwediyê vê axêne‘ ku ev yek ji bo piraniya neteweyên Rojhilata Navîn ne wiha ye.“ Ereb û tirk nikarin bêjin ‘em xwediyê vê axê ne‘ ji ber ku ew paşê hatine ser vê axê.”

Sirgûn ji bo gelekî kesan bi şert û mercên xwe yên giran tê naskirin û ji aliyê piraniya kesan wekî demek û ciyekî êşkişandina bi hesreta welat tê dîtin. Lê hin kes hene ku nehiştîne pêlên xeman a deryaya sirgûnê ew bikişîne nava xwe û ji bo li ser piyan bimînin di ber xwe dane. Yek ji van kesan Murat Issiyê ku ji dema hatiye Yewnanîstanê û heta aniha jiyana xwe bi xebata ji bo lêkolînên li ser kurdîtiyê derbas kiriye. Wî li welatê xwe yê nû, bi pirtûka li ser dîroka neteweperweriya kurd bala akademiya yewnan kişandiye û ev pirtûk ji aliyê hin akademîsyenan hatiye pêşniyazkirin ku di beşa dîrokê de bibe pirtûka dersê.

Neteweperestiya Kurd: Di Rojnameyên Kurd ên Ewilî de Têgehên Siyasî û Îslam (1898-1918)

Murat Issi ji bo nivîsandina vê berhemê bi salan lêkolîn kiriye û qasî 600 pirtûk û belgeyên din ên li ser vê mijarê xwendiye. Berhem, wekî teza doktorayê pêşkêşî Zanîngeha Zanistên Polîtîk û Civakî ya Panteonê kiriye û di 2013’an de ji aliyê Zanista Polîtîk û Dîrokê ya heman zanîngehê hatiye pejirandin. Pirtûk ji sê beşan pêk tê: Ligel Teoriyên Neteweperestiyê Ciyê Neteweperestiya Kurd, Nasnameya Kurd û Serdema Abdulhemîdê II. û Meşrûtiyeta II. Serdemên Ronahîbûna Kurdan e?

Beşa yekemîn di nav xwe de ji beşên α) Nêzîkbûna Giştî ya Teorîk ya ji bo Neteweperestiyê û Kurd b) Neteweperestiya Kurd pêk tê. Beşa duyemîn li ser Nasnameya Kurd disekine û bi giranî ji pîvanên ku neteweperestên kurd ji bo afirandina neteweperestiya kurd bi kar anîne pêk tê. Ev beş ji faktorên xwetarîfkirina kurdan û coxrafya, dîrok û olê pêk tê û herwiha ev çar pîvan di çarçoveya bûyerên sosyopolîtîk ên ku neteweperestiya kurd derxistine holê tên analîzkirin. Di beşa sêyemîn de bi giranî têkiliyên polîtîk ên serdestiya Osmanî û elîtên kurd hatine pêşkêşkirin. Ji bo amadekirina vê beşê ligel çavkaniyên kurd, raportên di derbarê mijarê de yên dewletên mezin ên cîhanê hatine vekolînkirin.  

Issi: “Eger em ji vê teoriyê bawer bikin, êm ê Ehmedê Xanî têxin ku derê? Dema Xanî li ser yekitiya kurdan nivîsî ye, li Kurdistanê kapîtalîzm tunebûye.”

Çapa yewnanî ya berhema li ser netewperestiyê

Neteweperestiya kurdan û riya sêyemîn

Lêkolîner ji bo amadekirina teza xwe ji 60’î zêdetir teoriyên pêkhatina neteweperestiyê analîz kiriye û gihîştiye vê encamê ku divê ji bo pêkhatina neteweperestiya kurdan tezeke orjînal bê pêşkêşkirin. Bi ya Issi, du teoriyên sereke yên li ser neteweperestiyê hene ku pêkhatina neteperestiyê ji hev cihê şîrove dikin.

Li gorî teoriya yekemîn ku bi zimanê yewnanî etnafibnistiki (primordialism) bi nav dike, her dem milet hebûne ku di nava kurdan de Cemşîd Bender û Torî parazvanê vê teoriyê bûne. Teoriya duyemîn ku jê re etnogenestiki (rojbûna milet) dibêje pêkhatina netewe û neteweperestiyê bi pêşketina kapîtalîzmê ve girêdide. Anderson, Gellner, Hobsbawm û gelek teorîsyenên din ji van kesan bûne. Issi dide zanîn ku Hemîd Bozaarslan û Abbas Walî parazvanên riya duyemîn in, ji ber ku ew ji ekola rojava tên.

Issi diyar dike ku ev her du teorî jî nekarin pêkhatina netewe û neteweperestiya kurd baş şîrove bikin û bi taybetî ji bo rexnekirina teoriya duyemîn vê pirsê dike: “Eger em ji vê teoriyê bawer bikin, êm ê Ehmedê Xanî têxin ku derê? Dema Xanî li ser yekitiya kurdan nivîsî ye, li Kurdistanê kapîtalîzm tunebûye.” Lewma Issi bo analîza neteweperweriya kurd riya sêyemîn pêşkêşî me dike û wiha dibêje: “Ji bo şîrovekirina neteweperweriya kurd coxrafya gelekî girîng e. Kurd dibêjin ‘em xwediyê vê axêne‘ ku ev yek ji bo piraniya neteweyên Rojhilata Navîn ne wiha ye.“ Ereb û tirk nikarin bêjin ‘em xwediyê vê axê ne‘ ji ber ku ew paşê hatine ser vê axê.”

Lêkolîner li ser hin cudahiyên din ên pêkhatina neteweyên li Rojhilata Navîn wiha dibêje: “Neteweperestiya tirk li ser bingeha ziman çêbûye û ya ereb jî li ser bingeha ola îslamê pêk hatiye. Lê kurd, ermenî, suryanî û fars dibêjin em herdem li ser vê axê bûne û neteweperweriya wan bi axê ve girêdayî ye.”

Murat Issi kî ye:

Lêkolîner Issi di sala 1974’an de li AmedŞDîyarbekirê jidayikbûye. Issi 1994’an de perwerdeya xwe ya di Beşa Matematîkê ya Fakulteya Zanist û Wêjeyê ya Dîcleyê bi dawî kiriye. Di heman salê de ji ber sebebên siyasî hatiye Yewnanîstanê û li Atînayê bi cî bûye. Issi li vir, di 2001’an de dest bi xwendina Departmana Zanistên Polîtîk û Dîrokî ya Zanîngeha Panteonê kiriye û di 2006’an de ji zanîngehê dîplomeya xwe ya lîsansê wergirtiye. Paşê di heman beşa vê zanîngehê de dest bi masterê kiriye û 2008’an de vê temam kiriye.

Lêkolîner Issi di sala 2009’an de di heman zanîgehê de dest bi doktorayê kiriye û ji bo teza doktorayê mijara Neteweperweriya Kurd Di Rojnameyên Kurd ên Ewilî de Têgehên Siyasî )1898-1918’de pêşkêş kiriye. Piştî amadekirina tezê û pejirandina wê ya ji aliyê zanîngehê ve, Issi di 2006’an de doktoraya xwe bi dawî kiriye. Teza doktorayê di 2018’an de bi navê Împaratoriya Osmanî û Neteweperestiya Kurd ji aliyê weşanxaneya Papazisi hatiye weşandin.  

Murat Issi ji bilî vê berhema xwe ya giranbuha, pirtûkeke helbestê ya bi navê Bindehlok Nivîsiye û ev pirtûk wê ji aliyê weşanên Peywendê ve bê weşandin. Herwiha, heta aniha çend wergerên Issi jî hatine çapkirin. Ev berhem ev in:

Grigorios Konstantopoulou, The Labor Order Has a Historic Mission, Umut yayıncılık, İstanbul 2018 (bi ji tirkî hatiye wergerandin)  

Gurbetelli Ersöz, Yüreğimi Dağlara Nakşettim ( ji tirkî û kurdî bo yewnanî hatiye wergerandin),

Stefanos P. Papageorgiou, Sections of the Modern Greek History, (ji yewnanî bo tirkî hatiye wergerandin), Istanbul, Yazılama publications, 2015.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM Partî Wan soza parastina kurdî da

Şaxa Wanê ya DEM Partîyê proseya hilbijartinê veguherand firsendeke ji bo gotûbêja parastina ziman. Partîyê  …