Li Cûdî gundekî keldaniyan şewitî

 

 

Di şewata Çiyayê Cûdî de ku çar roj in didome de gundekê keldaniyan şewitî. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, gundê bi navê Herbol (bi keldanî Herbole) bi tevahî şewitî.

Herbol yek ji gundê herî kevn ê li quntara Çiyayê Cûdî ye ku ji aliyê keldaniyan ve hatiye damezrandin. Gund ji aliyê Şîrketa Komirê ya Tirkiyê (TKİ) ve di salên 1980-1990’an de hat îstimlaqkirin û ji bo gundiyan ciyekî din ê nêzîkî herêmê hat tespîtkirin. Lê beriya gundê nû bê avakirin li Kurdistanê pevçûnên di navbera hêzên kurd û dewletê de dest pê kirin û ji bo gundî bibin hêzên paramîler (qoricî) li ser wan zext hatin kirin. Gundiyên ku xwesteka hêzên dewletê qebûl nekirin koçî welatên Ewropayê kirin.

herbol

Kêmbûna nifûsa gund polîtîkaya li dijî kêmarên olî yen li welat baş nîşan dide. Di 1975’an de nifûsa gund 1.308 kes bû lê vê nîfûsê di 1985’an de bûye 1066 û di 1990’î de daketiye 117’an.

Di 2009’an de ji bo vegera gund çend malbat serî li dewletê dan û 2013’an de bi avakirina çend xaniyan carekê din li gund jiyan dest pê kir. Niha li Fransa, Belcîka, Almanya, Iraq û li hin welatên din ên Ewropayê 4000 welatiyên ji Herbolê dijîn.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …