Li Brezîlyayê serhildan bi ser ket

Li Brezîlyayê ku welatê herî mezin ê Amerîkaya Latîn e, xwepêşandanên girseyî yên li hember sîstemê piştî ku du hefte li dûv xwe hişt in, kêm bûn. Hevdîtin û daxuyaniyên li ser hev ên hikumetê ya ji bo bersivdayina daxwazên xwepêşanderan tesîreke erênî li pêvajoyê kir û tansiyona bilind a li welat kêm kir.

Tevgera kolanan li Sao Pauloyê ku yek ji bajarê herî mezinê yê welat e dest pê kir û paşê belavî gelek bajarên din bû. Tevgera bi navê Movimento Passe Livre a ku li hember buhayê otobêsên nav-bajêr hatiye damezrandin xwepêşandên li Sao Pauluyê birêxistin kir. Dema ku bûyer li bajarên din belav bû, naveroka daxwazên xwepêşanderan ber bi rexnekerina sîstemê ve berfireh bû û ji dewletê daxwazên polîtîk hatin kirin.

Digel ku ev çend sal in hikumet di destê Partiya Karkeran’de ye (PT) û vê partiyê ji bo kêmkirina edaleta sosyal sozên mezin dabûn, di jiyana gel de guherînên berbiçav çênebûn û vê yekê rê li ber serhildanên kolanan vekir. Rejîm di rojên pêşiyê yên serhildanan de bi refleksên dewleta zordar reaksiyon nîşan da û xwest ku bi êrîşên hêzên xwe yên çekdar bûyeran bitefîne. Dema derket holê ku ev nêzîkbûn serhildanê zêdetir mezin dike û îstikrara rejîmê dixe nava xetereyê, îcar riya hevdîtin û dayina sozên nû hate tercîh kirin. Ji ber ku bûyerên lokal ên li çend ciyan êdî dageriyabû serhildaneke ku li seranserê welat belav bûbû û ji milyonekê zêdetir kes beşdarî wê bûbûn.Dilma

Daxwazên xwepêşanderan

Dema bi termên aboriyê tên terîfkirin Brezîlya welatekî “pêşdikeve” û xwedî gelek çavkaniyên aboriyê ye tê hesibandin. Mixabin ji vê “pêşketinê” hemû nifûs wekî hev îstifade nakin û hatin û serfiraziyên aborî piranî ji aliyê kom û çînên serdest û burokrasiyê ve tê kontrolkirin. Hebûna nêzîkî 40 milyon kesên xizan ku ji gelek xizmetên aborî-civakî bêpar in, nakokiya mezin a di navbera xizan û zengînan de pir baş nîşan dide. Ev hejmara xizanan ku bi tena serê xwe potansiyeleke mezin ji bo serhildaneke civakî pêk tîne, di heman demê de ji bo serhildana nû jî bû bingeh.

 

Çûnûhatin. Sebeba bûyera pêşiyê ya tevgera kolanan bilindkirina buhayê çûnûhatinê bû. Metropolên wekî Sao Paolo û Rio de Janeiro ji ber derfetên kar rastî koçeke mezin a gel tên û ji ber vê yekê her ku diçin bêtir mezintir dibin. Ji ber zêdebûna wesayitan problema trafîkê li van metropolan gihiştiye asta herî bilind û li aliyekî din jî mesafeya di navbera ciyên kar û malên kedkaran dirêj bûye. Di encama van probleman de li hin ciyan çûyîna kar û hatina malê qasî 3 saetan digire. Xwepêşander ji hikumetê dixwazin ku ji xizneya dewletê fonên pewîst ji bo çareserkirina vê problemê bên veqetandin û buhayê çûnûhatinê bê erzankirin.mapa2

Tenduristî û Perwerde. Li welat rewşa tenduristiyê ji ber kêmbûna avahiyên tenduristiyê û doktoran ne baş e. Ev problem li taxên xizanan ên dûrî navenda bajêr ji taxên din ên bajêr zêdetir e. Li aliyekî din, rewşa perwerdeyê jî ji bo heman derdorê kêm zêde wiha ye. Hejmara dibistanên heyî têrî hemû nifûsê nake û ev yek piranî tesîrê li ser zarokên malbatên xizan dike. Li gelek ciyan xwepêşander daxwaz kirin ku dewlet ji bo başkirina rewşa tenduristî û perwerdeyê pereyeke zêde veqetîne.

Lêçûyinên futbolê. Brezîlya demeke dirêj e wekî navendeke sereke ya futbolê tê naskirin û ev yek bi riya lêçûyinên giran ên ji bo tesîs û avahiyên buha yên vê sporê ku bûye bernameyeke hemû hikumetan, pêk hatiye. Lêçûyinên navborî ji ber Kûpayê Cîhanê ya 2014’an û Olîmpiyatên 2016’an ku her du jî wê li welat bên li dar xistin gelek zêde bûn û ev jî rastî hêrsa gelê xizan hat. Li hin ciyan xwepêşander daxwaz kirin ku lêçûyinên bi vî rengî bila ji xizneya dewletê neyên kirin.

Muzakereya dewlet û tevgeran

Seroka Brezîlyayê Dilma Rousseff di rojên pêşiyê de bi awayekî surprîz pesnê xwepêşanderan da û zimanekî nerm bi kar anîn. Mixabin vê yekê tesîreke berbiçav li xwepêşanderan nekir û dema ku serhildan nêzîkî du hefteyan bû, Rousseff mecbûr ma ku ji vê retorîkê derbasî hewldanên cidî bibe. Di çarçoveya stratejiya bidawîkirina serhildanê de hem bi rêvebiriyên herêmî û lokal re û hem jî bi nûnerên tevgerên sosyal re hevdîtin hatin kirin.

Hevdîtina pêşiyê di 24’ê Hezîranê de bi walî û şaredaran re hate kirin û paşê daxuyanî hate dayîn ku di warê berpirsiya aborî, reforma siyasî û guherînên di sektorên tenduristî, çûnûhatin û perwerdeyê de wê pênc pakt (peyman) bên amadekirin. Di heman rojê de serok ji bo nîqaşkirina mijara daxwazên gel a di derbarê navgînên ragihandinê yên fermî de bi nûnerên Movimento Passe Livre’yê re jî hevdîtinek pêk anî. Piştî van hevdîtinan, Rousseff bi armanca avakirina meclîseke damezrîner bangî pêkanîna referandûmekê kir. Reforma siyasî û guherînên din ji aliyê meclîsa ku piştî referandûmê ava bibûna wê bihatana meşandin. Ev banga serok bi tena serê xwe mezinbûna serhildanê û tirsa rêvebiriyê baş nîşan dida.

Di heman rojê de Wezîrê Sporê yê Brezîlyayê ji ber daxwazên di derbarê sektora sporê de ku di hin protestoyan de hatin kirin, mecbûr ma bersivê bide. Wezîr da zanîn ku ji xizneya dewletê ji bo çêkirin û nûkirina stadên Kûpaya Cîhanê pere nehatine girtin û hikumeta navendî ji bo vî armancî dayina krediyê bi riya Bankeya Neteweyî ya Pêşketina Aborî û Civakê bi sînor kiriye.

Duyemîn hevdîtina serok bi nûnerên tevgerên sosyal ên ku di serhildanê de rolekê aktîf dilîstin hate kirin. Di hevdîtinê de Tevgera Karkerên bê Xanî (MTST) û du komên bi navê Berxwedana bajar û Perîferiya Aktîf ciyê xwe girtin. Nûnerên tevgerên sosyal daxwazên xweyên wekî şerkirina li hember spekulasyona gayrîmenqûlan, pêkanîna polîtîkayeke federal a betalkirina axa ji bo avahiyên şox û şengê tê veqetandin û veqetandina heman axê ji bo çêkirina xaniyan ji gel re, pêkanîna qontrolê li ser kirê, negirtina bacê ji çûnûhatina civakî û bidawîkirina bidestxistina rantê ji Kûpaya Cîhanê ji serok Rousseff’re anîn ziman.

Destkeftinên têkoşînê

Di encama têkoşînên li kolanan û muzakereyên di navbera dewlet û nûnerên têkoşînê de, serokê dewletê Dilma Rousseff sozên girîng dan û Kongreya Brezîlyayê kete nava tevgerê. Destkeftinên serhildana qasî du hefte ajot û di encam de 4 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn wiha dikare bên rêzkirin:

 Cara pêşiyê bi mobîlîzasyoneke ewqas berfireh gel li derveyê sîstema partiyên siyasî, ji jêr ve beşdarî pêvajoyê bûn û bi awayî li welat çandeke nû ya demokratîk ava kirin.

 Serok Rousseff bi armanca avakirina meclîseke damezrîner soza lidarxistina referandûmekê ku tê pîlankirin di payizê de bê li dar xistin da.

 Pêşniyazqanûna bi navê PEC 37 a ku di derbarê lêpirsîna sûc û sûcdaran de hêza dozgerên federal kêm dikir û rê li ber rantê vedikir ji aliyê Kongreya Brezîlyayê ve hate redkirin.

 Kongre, di heman demê de biryar girt ku hemû pereyên ku wê ji qadên petrolê yên nû hatine kifşkirin werin wê ji bo perwerde û tenduristiyê bên bikaranîn. Li gorî vê biryarê wê % 75’ê hatinên petrolê ji bo perwerdeyê û % 25 jî ji bo tenduristiyê bê veqetandin.

 Serokê dewletê soz da ku 25 milyar dolar ji bo başkirina çûnûhatinê bê veqetandin.

 Buhayê çûnûhatinê ku hatibû bilindkirin, hate betalkirin.

 Di warê buha û lêçûyinên zêde yê Kûpaya Cîhanê ya 2014’an de hikumet soza pêkanîna reformekê da.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …