Li Bîafrayê alîgirên serxwebûnxwaz hatin kuştin

Li Bîafrayê 10 xwepêşandan di protestoyên li dijî Nîjeryayê de hatin kuştin. Tê ragihandin ku aktîvîstên li herêmê plan dikin ku hikumeteke paralel ava bikin.

Di xwepêşandanên li bajarê Abayê ya li herêma Bîafraya Nîjeryayê ku bi armanca protestokirina darizandina aktîvîstê doza Bîafrayê Nnamdi Kanu hat lidarxistin, 10 kes hatin kuştin. Rêxistina bi navê Gelê Xwecî yê Bîafrayê (IPOB) bi mebesta protestokirina darizandina Kanu û du aktîvîstên din bang kiribû ku di 9’ê Sibatê de xwepêşandan bên lidarxistin.

Piraniya kesên ji bo mafê self-determînasyona Bîafrayê têkoşînê dikin ciwanên eşîra îgbo ye. Çend rêxistinên îgbo ku IPOB jî yek ji wan e, ji ber marjînalbûna bîafrayiyan hikumeta Nîjeryayayê tawanbar dikin.

Li aliyekî din, nivîskar Hussayîn Obaro yê nîjeryayî bang li hikumetê kir ku li Bîafrayê referandûma self-determînasyonê li dar bixe. Obaro da zanîn ku eger di encama referandûmê de piraniya gelê îgbo dengê xwe ji bo serxwebûnê bi kar bînin, divê Nîjerya vê encamê nas bike.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …