Li beşên kurdî yên zanîngehan nîqaşa alfabeyê

Li zanîngehên ku beşên kurdî lê vebûne nîqaşa “alfabeya erebî an a latînî ji bo kurdî baştir e” tê kirin. Li gorî nûçeyekê di Ajansa Anatolyayê (AA) de hat weşandin de Zanîngeha Alpaslana Mûşê dilxwaziya xwe ya ji bo alfabeya erebî eşkere dike lê li aliyê din, berpirsên beşên kurdî yên Zanîngeha Yuzuncuyila Wanê û ya Artûklûyê li alfabeya latînî xwedî derdikevin. 

Rektorê Zanîngeha Alpaslanê Prof. Dr. Nîhat Înanç ragihand ku berhemên klasîk bi alfabeya erebî hatine nivîsandin û lewma “ji niha û pê ve Beşa Ziman Edebiyatê ya Zanîngeha Alpaslanê wê bi alfabeya erebî perwerdeyê zêde bike û çavkaniyên resen ên kurdî yên bi alfabeya erebî bi xwendekaran re parve bike.”

Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî yê Zanîngeha Yuzuncuyilê Dr. Vecîhî Sonmez jî got ku Tirkiye ji ber tesîra welatên li rojava bi alfabeya latînî perwerdeya xwe didomîne û “vê yekê kurdên li Tirkiyeyê mecbûr dihêle ku alfabeya latînî bi kar bînin.”

Midûrê Enstituya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim li ser vê mijarê dîtinên xwe anî ziman û got ku “Ên ku di perwerdeya kurdî de pêşniyaza alfabeya erebî dikin ji bo tirkî çima deng dernaxin?” Yildirim da zanîn ku li beşên kurdî yên li hin zanîngehan akademîsyenên ji beşên erebî û farisî hatine bicîkirin û lewma jî van kesan daxwaza alfabeya erebi dikin. Yildirim got ku “divê em li ser alfabeyê nîqaşan nekin lê li ser hewcedariya di zimanê dayikê de perwerdeyê bikin.”

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …