Li Baxlerê qursa kurdî bi dawî bû

Qursa zimanê kurdî ya li Mala Jinê ya Kardelenê hate lidarxistin bi pêkanîna azmûnekê bi dawî bû. 20 jinên qursiyer ên Kardelenê beşdarî azmûna kurdî bûn.

Qursa kurdî ya li Kardelenê ku bi ser Şaredariya Baxlerê ve ye, meha Gulanê dest pê kir. Di destpêkê de 25 jinên qursiyer beşdarê qursa ku di asta yekemîn de hate li darxistin bûn. Jinên ku di azmûna ku  di 6’ê Hezîranê de bi ser Kevin wê derbasî asta duyemîn bibin.

Beşdarên qursê li ser fêrbûna zimanê kurdî hestên xwe anîn ziman û dilxweşiya xwe diyar kirin. Şükran Ateş da zanîn ku ew ji ber ku li Stenbolê mezin bûye kurdî nekaribûye bi zimanê dayika xwe biaxive û dema vegeriyaye Amedê pêdivî dîtiye ku hînî kurdî bibe.  Ateş got ku wê li Kardelenê ligel fêrbûna zimanê xwe di derbarê çand û dîroka xwe de jî agahdar bûye û ew ji ber vê dilxweş bûye.

Qursiyereke din a bi navê Ruken Guneş anî ziman ku digel ku wê bi kurdî zanibûye jî di warê xwendin û nivîsandina kurdî de problemên wê hebûne. Guneş diyar kir ku bi riya qursê ew niha dikare bi kurdî bixwîne û binivisîne û lewma jî ew pir kêfxweş e.

Qursiyer Leyla Avcı jî got ku dê û bavê wê fêrî kurdî nekirine û lewma jî ew beşdarî vê qursê bûye “fêrbûn, axaftin û nivîsandin ji bo min tiştekî pir xweş e” got.

Çavkanî: www.baglarbel.tr

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …