Li Başûr zanîna erebî kêm dibe

 

 

Hejmara kurdên li Başûrê Kurdistanê yên bi zimanê erebî dizanin ji salên xweseriyê yên di destpêka 1990’î û vir ve gelek kêm bûye.Niha nifşa di bin temenê 35’an de êdî nekare bi zimanê erebî biaxive.

Kêmbûna zanîna erebî û bi vî awayî jî dûrbûna zimanan ji hev, di encama nakokiyên di navbera ereb û kurdan de derket holê. Bi damezrandina Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê ya 1991’an de, neteweperestiya li hember rejîma Saddam Huseyîn kir ku fêrbûna erebî bê îhmalkirin. Ev yek wê di pêşerojê de xetereya jihevfamnekirina her du aliyan bi xwe re bîne. Encameke wiha jî wê bibe sebeba nakokî û nelihevkirinên din.
Deşdî Nûriyê 28 salî ku li Hewlerê ji bo şîrketeke ewlekariyê dixebite, bi zimanê erebî nezane. Nûrî dibêje ku di dema zaroktiya wî de fêrbûna zimanên din wekî niha girîng nedihat dîtin.
Ala Îsmaîlê 24 salî yê ji Hewlerê ku bi erebî nezane wiha dibêje: “Digel ku materyalên dersê bi zimanê erebî bûn, mamoste her tiştî ji bo me werdigerand û destûr dihat dayîn ku em bi kurdî bersivê bidin. Ez erebî fêr nebûm ji ber ku herdem alternatîfeke min a hêsantir hebû û zor li min nehat kirin.”
Xurşîd Haweziyê 24 salî ku parêzer e û zimanê erebî baş bikartîne, ji Hewlêrê ye. Xurşîd wiha dibêje: “Bi tenê ji % 5’’ê hevalên min bi erebî dizanin.” Hawezî dide zanîn ku wî dema li zanîngehê hiqûqê xwendiye, di zimanê erebî de bûye herikbar.” Hawezî dibêje ku ji ber zanîna erebî “ew serbilind e” û kesên erebî nezanin wê di pêşerojê de rastî probleman bên.
Nadham Omerê ku li dibistana fermî ya Şehîd Koçer a li Hewlêrê mamoste ye, 20 sal in erebî fêr dike. Ew dibêje ku van rojan xwendekar bi awayekî negatîf nêzîkî erebî nabin û gotinên xwe wiha didomîne: “Ji bo zarokan fêrbûna erebî girîng e, ji ber ku hemû pirtûkên me yên dîrok û zanistê bi erebî ne.”
Ferah Matî jî ku gerînendeyê Dibistana Klasîk a Med a li Hewlêrê ye, van agahiyan dide: “Xwendekarên li vir tên teşwîqkirin ku hemû zimanan wekhev fêr bibin. Erebî di jiyanê de roleke mezin dilîze û teqez di perwerdeya xwendekaran de girîng e.”
Li Başûrê Kurdistanê erebî ligel kurdî zimanê fermî yê duyemîn ê herêmê ye. Di dibistanên fermî û taybet de fêrkirina erebî mecbûrî ye lê biryara ku wê erebî di kîjan temenî de çiqas bê fêrkirin ji rêvebiriya dibistanan re hatiye hiştin.
Çavkanî: Rûdaw

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …