Li Baskê “dema biryardayinê dest pê kir”

 

 

Îro li seranserê Welatê Bask meşên girseyî yên ji bo destekdayina diyarkirina mafên qederê hatin lidarxistin. Bi taybetî li bajarê Baiona ya li başûrêrojavayê Fransayê, li Bilbao, Donostia û Vitoria-Gasteiz ên li Herêma Xweser a Baskê û li Pamplonayê ku paytexta Herêma Xweser a Navarrayê ye bi deh hezaran welatparêzên bask beşdarê çalakiyên ku bi navê Gure Esku Dago hatin lidarxistin bûn.

Di çalakiyên cihêreng de sloganên wekî “îro pêvajoya biryardayinê dest pê dike”, “em mafê diyarkirina qederê bi kar tînin” û “em pêşeroja xwe ava dikin”  hatin gotin. Herwiha, li hin qadên çalakiyan sindoqên pir mezin ê sembolîk ên ji bo dengdayina mafê qederê hatin avakirin.

Di çarçoveya çalakiyên ji bo dînamîka Gure Esku Dago ya sala derbasbûyî de ji bajarê Durangoyê ya li bakurê herêma Bask heta Pamplonaya li herêma Navarrayê zincîreke mirovan ku ji 150.000 kesî pêk diha,t hatibû pêkanîn.

Jêder: Eitb.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …