Li Barselonayê xebata xweser a ji bo penaberan

 

 

Espacio del Immigrante (Qada Koçberan) kolektîfeke xweser e ku li taxa Raval a li Barselonayê hatiye damezrandin e. Vê kolektîfê, berevajiya hin komên din ku bi tenê li dijî cûdaxwaziya di warê tenduristiyê de dixebitin, li hember hemû cûre apartheida ku koçberên bê dokuman rû bi rû dimînin dixebite. Kolektîf, bi riya alîkarî, piştgirî û bêîteatiya sivîl, ji bo koçberên bê dokuman alîkariya hiqûqî, xwarina bê pere û xaniyan peyda dike. Vê hevpeyvînê lî klînîkeke biçûk ku kolektîfa navborî vekiriye bi endamekî wê re hatiye kirin.

ROAR: Rastiya Espacio del Inmigrante çi ye? Ew çawa û kengî hat damezrandin?

Manuel: Espacio del Inmigrante însîyatîfeke welatiyan a di asta taxê de ku li hemberê kanûneke hikumeta spanyol a 2012’an, ji aliyê komeke koçber hatiye damezrandin e. Me li rewşê nêrî û dît ku em li ciyekî ku ji % 40’ê wê koçber in, dijîn. Me dît ku piraniya cîranên me naçin doktor, ji ber ku pereyê wan têr nake, ji ber ku dema sîgortaya wan a tenduristiyê bidawî bûye û ji ber ku ew difikirin ku di navbera xizmeta tenduristiyê û polîsan de têkilî hene. Ji ber ku dokumanên wan tune, ditirsin biçin van navendan.

Bi riya rû bi rû têkiliyê, cîranên me bihîstin ku li kolana me jî doktorek heye. Dema doktor ji bo kirîna nan an tiştekî din diçû dikanê, dikandar jê re qala nexweşekî ku nekaribû biçûna navendên tenduristiyê dikir. Doktor jî di cî de diçû mala nexweş û nexweş muayene dikir. Doktor, bi meclîsa taxê re ku gelek ji me endamê wê bûn, têkildar bû. Paşê me biryar da ku ciyekî ku em bikaribin bê pere pêdiviyên bingehîn ên tenduristiyê pêk bînin, vekin. Lewma em di Çileya îsal de, ji bo avakirina vî ciyî çûn avahiya ku meclîsa taxê jî tê de cî digirt û ji wan daxwaza cî kir. Wan jî daîreyekê dan me û em ji bo ku wê bikin navendeke tenduristiyê, di vê daîreyê de xebitîn.

ROAR: Hûn rastî kîjan cûreyên problemên tenduristiyê hatin? Bi armanca pêkanîna garantiya mafên nexweşan we kîjan tedbîran girtin?

Manuel: Em protokoleke pir taybet dişopînin û em xwe bi peydakirina şêwirmendiyê, xizmeta bingehîn a tenduristiyê re bi sînor dikin. Hemû doktorên me di sektora fermî ya tenduristiyê de dixebitin û ew ji bo tedawiya vê cûreyê hatine perwerdekirin. Problema me ev e ku piraniya kesên tên vir xwedî nexweşiyên cidî û komplîkene, ji ber ku di encama qanûna nû ya tenduristiyê de êdî dev ji bikaranîna sîstema tenduristiyê berdane. Di rewşên wiha de doktor pêşniyaz dikin Komên Hevalan têkeve dewreyê. Ev, komeke welatiyên ku tevlî kesê nexweş diçin navendên tenduristiya bingehîn an jî hewl didin ku bigihîjin doktoran. Em ji doktoran daxwaz dikin ku sonda xwe û etîka xwe ya meslekî di ser qanûn an doktrîna partiya li îktîdarê ye, bigirin.

raval barselona

ROAR: Hûn piranî ji doktoran bersivên çawa digirin? Piraniya wan qanûnê li berçav nagirin û nexweş tedawî dikin an bi tenê beşeke biçûk ê doktoran wiha tevdigerin?

Manuel: Dema Koma Hevalan diçin nexweşxaneyê, kesê yekemîn ku ew dibînin ne doktor e ne jî hemşîre ye lê rêvebirê nexweşxanê ye. Qebûlkirin an neqebûlkirina nexweş ji bo nexweşxaneyê piranî girêdayê vî kesî ye. Pirî caran em rastî kesên nîjadperest an kesên ku di warê hebûna dokûmanên xizmeta tenduristiyê de israr dikin, tên.

Li vir karê herî dijwar dest pê dike. Yekemîn, divê em rêvebir îqna bikin û paşê divê em ji bo gihîştina doktor bi hemşîreyekê re biaxivin. Eger em rastiyê bêjin, piraniya doktoran nizanin wê çi bikin; ji aliyekî ve ew xwe bi awayekî ehlaqî û etîk girêdayê sonda xwe dibînin lê li aliyekî din jî ditirsin ku karê wan ji dest biçe. Bi tenê hejmareke biçûk doktor li gorî qanûnê nameşin.

ROAR: Çend kes beşdarê karê xizmeta tenduristiyê ya Espacio del Immigrante dibin? Di hefteyekê de li derdora çend nexweş ji vê xizmetê îstîfade dikin?

Manuel: Niha sê doktor, du hemşîre, xebatkarek, sê kesên organîzator, xebatkarekî sosyal û sê welatiyên ku bi awayekî domdar dixebitin, hene. Hefteya dawî 15 kes ji bo nexweşiya çerm hatin cem me. Lê vê hefteyê bi tenê 4 kes hatin. Problema me ev e ku hejmara me gelek kêm e û kesekî xwedî nexweşiyeke giran ku divê roja Duşemê biçe doktor, nekare heta roja Çarşemê bisekine. Lewma divê em çend rojên din jî vekirîbin û hewl didin ku navendê sê roj vekin. Wekî encam, ez dikarin bêjim ku her hefte li derdora 5 an 6 kesên ku xwedî nexweşiyên cidî ne tên cem me.

ROAR: Hûn rastî gelek kesên ku bi awayekî eşkere dijminahiya karên we dikin, tên?

Manuel: Erê, em tên. Îdeolojiya nîjadperest ku aliyê siyasetmedaran û medyayê ve tê teşwîqkirin, retorîka “dijmin di hundirê me de ne” tesîr li ser civakê kiriye. Hin kesên ku ji xwe nîjadparest in jî hene. Li vê taxê ji 100’î zêdetir ziman tên axaftin lê di hîç programeke entegrasyonê ya ji aliyê bajêr ve tê meşandin de qala newekhevîtiya aboriyê nayê kirin. Dema ciyekî ku mirov tê de bijîn tune be hûn çawa dikarin qala jiyanabihev re bikin? Dema xwarina ku mirov têr bixwe tune be hûn çawa dikarin qala bihev re jiyanê bikin? Dema ku piraniya şideta li vê taxê ji aliyê sîstemê, dewlet û polîs ku bi awayekî domdar me dişopînin  ve tê meşandin, hûn çawa dikarin qala bihevrejiyanê bikin?

Digel vê jî, em bi mirovan re bi tena serê xwe diyalogan çêdikin. Em bi delîlan, agahiyan û daneyên hişk nîşan didin ku berpirsê vê rewşê ne koçber in lê polîtîkayên ku ji aliyê siyasetmedaran ve tên meşandin e. Bo nimûne, kesên ku ji sîstema fermî ya xizmeta tenduristiyê tên dûrxistin ne tenê koçber in lê di gava duyemîn de wê welatî jî têkevin rêzê: kesên bêkar, xwedî nexweşiyên kronîk, yextiyar û hwd. Di vê nuqteyê de ew girîngiya rêsandina tora civakî ya bi hev re fam dikin.

ROAR: Espacio del Immigrante ji bilî cûdaxwaziya di warê xizmeta tenduristiyê de derketiye holê, li ser mijarên din jî disekine? Hûn kîjan aktîvîteyên din dikin?

Manuel: Em gihîştin vê encamê ku tunekirina mafên koçberan ji aliyê hewldanên rêvebiriyê nîjadperestiya dezgeyî ye. Wan prosedûrên serîlêdana şaredariyê pir tevlîhev kiriye; labîrenteke buroktîk kiriye ku kesên ji rêzê yên ji welatên din nekaribe mafên xwe yên bingehîn pêk bîne. Lewma me bi hevalekî ku hiqûqa koçberiyê baş dizane re Ofîsa Mafên Koçberan damezrand.

Di heman demê de komeke me ya bi navê Tûgaya Kolanê heye ku rasterast diçe hemû ciyên wekî dikan, fêkîfiroş, cafe û ciyên din ku koçber lê dixebitin û li wir ci welatiyan re diyalogan çêdike. Em ji welatiyan re dibêjin ku dema karên wan ji dest çûye wan ew ji qertên xwe yên tenduristiyê jî bûne. Di heman demê de em hewl didin ku welatiyên xwecîyî bizabin ku li Katalonyayê koçberênb bê dokuman nekarin ji xizmeta tenduristiyê ya bêpere îstîfade bikin. Ji ber ku rêvebiriya bajêr û hikumeta herêmî û herwiha medyaya mezin mîteke ku Katalonya mafê xizmeta tenduristiyê ya bêpere dide hemû hemû kesan afirandiye, em vê xebatê dimeşînin.

ROAR: Bi ya we vê pratîka lokal ku dimeşînin dikare li derveyê Raval, Barselona, Katalonya an Spanyayê bê meşandin? Eger ev mimkûn be, ji bo berfirehkirina vê divê çi bê kirin?

Manuel: Ev, projeya me ya siyasî ye. Heta niha me qala midaxaleyeke tenduristiya civakî kir. Lê hêmaneke din jî heye ku ev jî rêsandina tora sosyal û tora mirovên jirêzê ku hatine marjînalkirin û li derve hatine hiştin. Di vê mijarê de em xweseriya Zapatîstayan diparêzin. Du prensîben me yên sereke hene. A yekemîn, dema lêdipirsî bimeşe. Me biryar da ku pêdiviya me bi sekinandina teorîzekirina hin nuqteyan û xistina pratîkê ya fikrên ku me qala wê dikir heye.

Di heman demê de me bawer dikin ku em ne di wê pozîsyonê de ne ku bi mirovan re bidin bawerkirin ku modeleke me ye amadebûyî û alternatîf heye. Em bawer dikin ku eger vê projeyê li Ravalê dimeşe ne mecbûre ku li ciyên din jî bimeşe.

Prensîba me ya duyemîn jî ev e ku em bi partiyên siyasî an saziyan re naxebitin. Em fam dikin ku em têkiliyeke (lînk) girîng in ku ji aliyê kesên bi cûdaxwazî û lidervehîştinê re rû bir û mane bawerî pê tê anîn. Dema em bibin çekeke hikumetê an baskê partiyekê, em ê vê baweriyê winda bikin.

Bi ya me “piştgirî” li ser edaleta sosyal tê damezrandin. Em difikirin ku mirovên di vê rewşê de ne tenê girêdayê komên alîkariyê bin lê divê fam bikin ku kî berpirsê rewşa ew tê de ne. Bo nimûne, li vê taxê Meclîsa Bajêr hemû alîkariya ji serwîsên sosyal re biriye û berpirsiyê avêtiye ser rêxistinên olî û Rêxistinên Derveyê Hikumetan (RDH). Ev kiryareke tevlîhev e, ji ber ku piraniya rêxistinên li vê taxê yan girêdayê Opus Dei, Caritas an komên taybet ên ku alîkariyaa aboriyê ji hikumetê digirin.

ROAR: Hûn ê di derbarê armanca dawî ya Espacio del Immigranteyê de çi bêjin?

Manuel: Me girîngiya pêdiviya avakirina çareseriyên bê alîkariya siyasetmedaran anî ziman. Ji qedexekirina apartheida di nava sîstema xizmetên tenduristiyê de wêdetir, armanca me ya dawî avakirina pêvajoyên xweser di nava mirovên ku ketina bin tesîra neyênî ya vê rewşê ye. Ev, pêvajoyên xurtkirinê ye ku bi vê yekê em nîşan didin ku herdem em nekarin alîkariya wan bikin. Tiştê herî balkêş ev e ku doktorên ku bi me  re dixebitin ku berê ne xwedî mobîlîzasyona polîtîk bûn, çawa gav bi gav xurtir bûn û îqna bûn ku ew dikarin li ser bingeha etîk serî rakin.

Û em bi karê ku em dikin naxwazin ciyê dewletê bigirin. Tiştê ku em dixwazin nîşan bidin ev e ku pêkhatina qadên wekî ya me encama valahî û şerma dewletê ye. Ev, riya veqetandina ji retorîka dewletê ye ku dibêje ku kesê pêdiviya wî/wê heye dikare li vir ji xizmeta tenduristiye îstîfade bike. Hemû nexweşên me nîşan didin ev ne rast e û apartheideke rastîn heye. Lewma, em neynikeke ku şerma ku dewlet difikire ku wê veşartî ye, nîşan didin e.

————–

Ev hevpeyvîn ku ji aliyê Carlos Delclos hatiye kirin, di 07.12.2013’an de di malpera Roarmag.org’de bi îngilîzî hatiye weşandin. Hevpeyvîn ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …