Li Barselonayê bernameya li ser kurdan

 

 

Li bajaroka Argentona a li bakurê Barselonayê bernameyeke bi navê “Kurdistan: Neteweyeke Dixwaze bê Naskirin” wê bê lidarxistin.

Bername ji aliyê saziya sivîl CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan a Escarre) tê lidarxistin û ji bo wê endamê konseya şêwirmendiyê ya saziyê Eulalia Reguan hat peywirdarkirin. Di bernameya ku li Mala Çandê ya El Xargallê tê lidarxistin de wê li ser têkoşîna dirêj a gelê kurd a ji bo naskirina xweserêvebirina bê nîqaşkirin. Beşdar bi taybetî wê li ser bûyerên li Kurdistana Rojava pêk tê, bisekinin.

CIEMEN saziyeke sivîl a katalan e ku ji bo naskirina realîteya katalan a di asta cîhanê de û ji bo parastina mafên kolektîf ên gel û neteweyên bê dewlet dixebite. Saziya ku di 1974’an de li navendeke biçûk a li Katalonyayê hat damezrandin, heta niha gelek çalakiyên giranbûha yên li ser mafên xwerêvebirin û ziman li dar xistiye û di vî warî de hejmareke zêde xebat weşandiye.

Jêder: Ciemen.cat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …